PENa Kurd: Divê hemû kurd ji bo parastina destkeftinên kurdan tev bigerin

  • 12:25 21 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Navenda PENa Kurd têkildarî dijminatiya li dijî gelê kurd û yekîtiya navxweyî anî ziman ku Berî her tiştî divê tu alîyên siyasî danûstandinên xwe yên bi dewletên dagirker ra li ser hesabê alîyekî din bi rê ve nebin û divê bi tu awayî nebin navgîn û destikên dagirkeran. 
 
Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd têkildarî êrîşên li ser gelê kurd û yekitiya netewî daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ev hemû bûyer tiştekî nîşan didin; heke kurd dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêzek û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin, divê yekgirtin û yekrêzîya xwe pêk bînin, nakokî û dubendîyên navxweyî, cudatîyên bîr û bawerîyê olî, siyasî bidin alîyekî û li ser rêgezên demokratîk hevgirtin û hevkarîya navxweyî pêk bînin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Ev çend sal in, ewrên reş li ser welatê me digerin, hêvîyên yekrêzî û yekgirtina kurdan ên ku di navbera salên 2013 û 2015`an de geş bûbûn, bi karesatên ku hatin serê kurdan kiz û kêm bûn. Li Bakurê Kurdistanê şer û lêkdanan ji nû ve dest pê kir, piştra jî şerê li bajaran û komkujîyên ku li bajaran pêk hatin. Li seranserî herêmê êrîş û komkujîyên ku bi destên DAÎŞ`ê pêk hatin; bû sedema qirkirina Kurdên Ezidî û li pey wê jî êrîşa li ser Kobanê hat. Li Başûrê Kurdistanê piştî referandûma serxwebûnê dagirkirina Kerkûkê û herêmên ku piştî şerê li dijî DAÎŞ`ê ketibin destên kurdan. Li rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê, êrîşên din. Li rojhilatê Kurdistanê zilm û zora ku li ser gelê me tê meşandin, wekî mînak herî dawî bidarvekirina pêşmergeyê berê Mistefa Selîmî ye.
 
Ev hemû bûyer tiştekî nîşan didin; heke kurd dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêzek û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin, divê yekgirtin û yekrêzîya xwe pêk bînin, nakokî û dubendîyên navxweyî, cudatîyên bîr û bawerîyê olî, siyasî bidin alîyekî û li ser rêgezên demokratîk hevgirtin û hevkarîya navxweyî pêk bînin. Helbet ev ne karekî hêsan e, di serî da welatên dagirker, gelek hêzên derekî û navxweyî li ber vê yekê dibin asteng, lê belê heke kurd dixwazin wekî pêkhateyeke serbixwe di herêmê da bidomînin pêkanîna yekîtî û yekrêzîyê pêdivîyeke bivênevê ye.
 
Lewma jî di van rojên reş da em wekî Navenda PENa Kurd bang li hemû alîyê siyasî dikin ku li hemberî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin, ji bo çareserîya kêşe û pirsgirêkên navxweyî rêya diyalog û danûstandinên aştîyane bidin ber xwe.
 
Berî her tiştî divê tu alîyên siyasî danûstandinên xwe yên bi dewletên dagirker ra li ser hesabê alîyekî din bi rê ve nebin û divê bi tu awayî nebin navgîn û destikên dagirkeran. Wekî mînak jî em dişên bûyera welatparêzê ji rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî bidin, li gorî hinek çavkanîyan Mistefa Selîmî li bajarê Pencêwînê hatiye girtin û radestî hêzên Îranê hatiye kirin, hewce ye ev bûyer demildest were zelalkirin û heke bi rastî jî ew hatibe radestkirin divê berpirsên bûyerên werin cezakirin. Pêwîst e êdî kurdên azadîxwaz bi destên kurdan radestî dewletên dagirker neyê kirin.
 
Her wiha ev çend meh in li ser kampa penaberan ya li Mexmûrê jî gemaroyek heye, ji ber vê yekê gelê me yê li kampê gelek zehmetîyan dikêşe. Li gorî baweriya me, pêwîst e ew jî di zûtirîn demê da were bidawîkirin û rê li ber êrîşên dewleta tirk ên li ser kampê were girtin. Helbet, divê tu hêzên kurd ji bo dagirkirina xaka welatê kurdan rê xweş neke. Li alîyê din jî, divê hemû kurd ji bo parastina destkeftinên kurdan ên li başûr û rojavayê Kurdistanê û her çar parçeyan bi hişyarî û hişmendîyeka neteweyî tev bigerin."