Ji Apê Musa heta Gurbetellî û Rohatan: Wê rêwistiya heqîqeta dîrokî bidome

  • 09:23 21 Nîsan 2020
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnamegeriya Kurd ya ku bi tecrube û dewlemendiya xwe têkoşîna heqîqetê meşand di 122’emîn sala xwe de ye. Rojanemgerên Kurd der barê girîngiya rojê de axivîn û diyar kirin ku ji ber dibin dengê gel serbilindiyê dijîn û her wiha gotin rêwitiya heqîqetê ya dîrokî ya bi Apê Musa û Gurbetellî dest pê kiriye, tevî hemû zextên desthilatdariyê didome û wê bidome.
 
Mîkdat Mîthat Bedîrxan, hîmê rojnamegeriya Kurdî 122 sal berê di 22’ê Nîsana 1898’an de li paytexta Kahîre a Misirê bi rojnameya ‘Kurdistan’ avêt.
 
Hejmara yekemîn ya rojnameyê ku ji bo zimanê Kurdî wek mîladê ye, di 22’ê Nîsanê de hat derxistin û rojnamegerên Kurd ji ber vê 22’ê Nîsanê wek ‘Roja Rojnamegerên Kurd’ qebûl dikin.
 
Ji wê rojê şûnde, tevî hemû zext, astengî û qedexeyan, di mijara ku bigihêje ber destê xwendevanan bedelên giran da.
 
Bi taybet di 5 salên dawî de ji ber zextên pêk tên, şert û mercên îcrakirina pîşeyê her diçe zehmetir dibe. Rojnamegerê Kurd yên li Stenbolê xebatên xwe dimeşînin, girîngiya Roja Rojnamegeriya Kurd û şert û mercên xebata xwe vegotin.
 
‘Rûmeta rojnamegeriyê çapemeniya Kurd xilas dike’
 
Nûçegîhana Jinnewsê Safiye Alagaş balkişand ser girîngiya dîroka çapemeniya Kurd, tecrubeya wê ya dîrokî û bepirsyariya wê. Safiyeyê destnîşan kir bêtehemuliya li hember têkoşîna hebûna gelekî, bû sedema êrîşeke giran û wiha pê de çû: “Gelê Kurd yên tên xwestin bên statu bên hiştin, bêguman li dijî êş, tunekirina çand û ziman têkoşîn dan û divê ev biketana bin qeydan. Ji ber vê jî di vê nokteyê de berpirsyariyeke girîng ya çapemeniya Kurd heye. Ji ber ku ji bilî wan yên vê berpirsyariyê bînin cih tunebûn. Dema mirov li dema nêz ya paşerojê dinêrin, li Tirkiyeyê yên binpêkirinên mafan yên li hember Kurdan, dijhiqûqiyên li hember wan dan nîşandan bêguman çapemeniya Kurd bû. Em dibînin ku dijhiqûqiyên mezin nayên dîtin û daxwazên desthilatdariya siyasî tên nivîsin. Di vê nokteyê de çapemeniya Kurd rûmeta rojnamegeriyê li vî welatî xilas dike. Çapemeniya Kurd bi rastî  dibe dengê rastiyê û gel.”
 
‘Pakêta înfazê mînaka dijminahiya Kurdan e’
 
Safiyeyê her wiha daxuyakirin ku polîtîkayên dijminahiyê yên li hember çapemeniya Kurd her diçe girantir dibe û got di vê pêvajoya vîrusê ku mirin tên jiyîn de, pakêta înfazê ji meclîsê hatiye derbaskirin û mixabin girtiyên siyasî di vê qanûnê de cih negirtine û got: “Bêguman em li hember vê matmayî neman. Ji paşerojê heta îro, hewl tê dayîn ku beşeke mezin a welat bi hiqûqa dijminahiyê bê birêvebirin. Di qanûneke wekhev ya ku hemû kesî dihewîn de, mixabin newekhevî dertê holê. Di pêvajoyeke wisa ya li hemû cîhan û Tirkiyeyê heye de ev pêk tê. Yanî xetereya mirina siyasiyan ne xema wan e. Ji ber ku ev kes bi nivîs û gotinên xwe wan teşîr dikin. Li rojnameger û siyasiyan her tiştî rewa dibînin. Gelek hevalên me yên rojnameger di girtîgehan de ne. Binçavkirin û girtin hîna didomin. Lê tevî hemû zextan li girtîgehan jî rastiyan dinivîsin.”
 
‘Rojnamegeriya Kurd her diçe xurt dibe’
 
Ji edîtorên Rojnameya Yenî Yaşam Reyhan Hacioglu got ji ber hevalên wan li girtîgehan tên girtin îsal 22’ê Nîsanê wek rojek kêm derbas dikin û got tevî hemû zext û êrîşan berpirsyarî tu car ranewestiya û got: “Pêvajoya bi Apê Musa, Gurbetellî hat destpêkirin, bi berpirsyariyek mezin didome. Rojnamegeriya Kurd tevî hemû şert û mercan rojnamegerî kiriye û berdewam dike. Em îro jî di şert û mercên vîrusa ku bandor li ser hemû cîhanê kiriye de dixebitin. Her çiqas şert û merc biguherin jî em bi heman rêgez û baweriyê mîrateyê didomînin. Gelek hevalên me yên dema hewl didan nûçeyan bigihînin gel bedel dan û jiyana xwe ji dest dan. Bi Apê Musa, Gurbetellî û Rohat ev rêwitiya heqîqetê berdewam kir. Têkoşîna ku ji bo rastî di bin tarîtiyê de nemîne ji aliyê wan ve hat dayîn, hinceta hebûn çapemeniya azad e.”
 
‘Cihên jinan her tim cuda bû’
 
Reyhanê bi lêv kir ku ji ber ew dibin dengê gel, serbilindiyê dijîn û wiha dawî lê anî: “Dîroka me ya bi kok ji vê kevneşopiya fedekar, bibawer tê. Di weşangeriya bi kok de cihê jinê jî bêguman her tim cuda bû. Em zarokên gelê ku nûçeyên wan çêdikin e. Yanî her tiştê tê jiyîn em dijîn. Ji ber vê kevneşopiya me ji dildarî, berpirsyarî û fedekariyê tê. Ev kevneşopî wisa hat vê rojê. Tevî hemû zor û zehmetiyan em dîsa li vir in. Ez roja hemû rojnamegerên ji bo heqîqetê têdikoşin pîroz dikim.”