Derûnas Neval Guzel: Nebin gumanbarê şîdeta malbata xwe

  • 09:19 21 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Derûnas Neval Guzel der barê rojên karantînayê ku her kes li malê xwe ne, nirxandin kir û got: “Li welatê me di alî jinan de ji sedî 38 şîdet zêde bûye. Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Lê di vê pêvajoyê de nebin gumanbarê şîdeta mala xwe. Ji bîr nekin, yekane riya ku ev pêvajo bê derbaskirin, piştevanî û yekbûna li malê ye.”
 
Derûnas  Neval Guzel diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de şîdeta li ser jinê zêde bûye û got gelek girîng e ku ev rojên dezavantaj veguherin avantajê.
 
‘Hestên we dikarin cihê xwe ji hêrsê re bihêle’
 
Nevalê da zanîn ku ji ber vîrusê gelek kes ji karên xwe bûne li malê dema xwe derbas dikin û wiha pê de çû: “Di pêvajoyê de dibe ku zirar li têkiliyên malbatî bên. Gelek kesên karê xwe winda kirine, ji bo wan bar girantir dibe. Kesên piranî dema xwe li derve derbas kirine, li malê rûniştin ji bo wan stresê ava dike. Hest dikarin cihên xwe ji hêrsê re bihêlin. Dikare bibe sedema şîdeta li hember jin û zarokan.”
 
‘Piştevanî bi yekbûna li malê dest pê dike’
 
Nevalê daxuyakirin ku pêvajoyek nû tê jiyîn û ev pêvajo mirovan dide zorê û ev tiş bi lêv kir: “Her çiqas malên me ji bo me cihên herî bi ewle bin jî, em mirov zindiyên civakî ne û dixwazin bi kesên din re bên cem hev. Ji ber vîrusê têgeha ‘navbera civakî’ hat astên cidî. Piranî cihên ku mirov lê dihatin gel hev hatin girtin. Ji ber vê mirov xwe hepsî hîs dikin. Di vê pêvajoyê de hêrs û şîdet jî dikare derkeve holê. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de şîdet zêde bûye. Ev bi taybet di alî jinan de gihiştiye astek cidî. Ji bîr nekin, riya herî baş ya ku ev pêvajo bê derbaskirin, piştevanî ye û piştevanî jî bi yekbûna li malê pêkan e. Tevlîbûna karên li malê, bi rastî wê bandoreke erênî li ser tenduristiya rihê mirovan bike. Wê têkiliyên malbatî xurt bibin û dema we tije û kalîtetir derbas bibe.”
 
‘Dikare fikaran zêde bike’
 
Nevalê di berdewamiyê de destnîşan kir ku piştî vîrus belav bûye di alî xwegîhandina gelek xizmetan de jî pirsgirêk tên jiyîn û piştî ku qedexeyên derketina derve hatine îlankirin şûnde fikar zêde bûne. Nevalê wiha dawî lê anî: “Di vê pêvajoyê de dikare hestên parvekirin û empatiyê pêş bikevin. Ev pêvajo wê rojekê biqede. Divê em vê pêvajoyê veguherin avantajê.”