‘Em li girtîgehan ne tedbîrê, tehliyeyan dixwazin’

  • 09:11 21 Nîsan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Azîze Aksoy diyar kir ku hevjînê wê Abdulkahhar Aksoy 28 sale girtî ye û bertek nîşanê cudakahiya dewletê ya di pêvajoya vîrusê de, da. Azîzeyê wiha got: “Çete, diz û kujer derketin. Lê dema mijar dibe Kurd, ker û lal dimînin. Em li girtîgehan ne tedbîrê, tehliyeyan dixwazin.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber Vîrusa Korona hejmara kesên testa pozîtîf derketiye bû 86 hezar û 306 û 2 hezar û 17 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Vîrus bi lez berdewam dike û qanûna înfazê ya di 13’ê Nîsanê de derbas bû jî girtiyên siyasî têde cih nagirin. Xizmên girtiyan ji ber vê bi fikar in.
 
Girtiyê bi navê Abdulkahhar Aksoy nexweşê hîpertansiyon, KOAH’a kronîk, diyabetê ye û li girtîgeha Odemîz ya Îzmîrê girtiye. Hevjîna wî Azîze Aksyo ji bo girtiyên li girtîgehê banga ‘bila demildest girtîgeh bên valakirin’ kir.
 
‘Ji bo gelê xwe têkoşîn da’
 
Azîzeyê destnîşan kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin di 1993’an de ji Mêrdînê şandine Îzmîrê û ew jî neçar mane bar bikin Îzmîrê û got: “Hevjînê min wek Kurdekî ji bo gelê xwe têkoşîn meşand. Ji ber vê hat girtin. 28 sal berê ez bi 5 zarokên xwe re mam. Yê herî biçûk 3 salî bû.”
 
‘Min têkoşîna hevjînê xwe berdewam kir’
 
Azîzeyê da zanîn ku ew têkoşîna xwe didomînin û têkoşîna hevjînê xwe meşandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em her tim li pişt wî bûn. Ji ber hevjînê min ji bo rûmeta Kurdan li berxwe da. Ji bo edaletê li berxwe da. Ev ne mijara Kurd an jî Tirk bû. Ev mijara maf bû. Me ji bajarê xwe ji herêma xwe hez dikir. Em ji bo wî hatin vir. Hêviya wan tenê em in. Ji ber vê me koçî bajarekî ku me nizanibû kir.”
 
‘Ewlehiya girtiyên siyasî ne xema wan e’
 
Azîzeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Tevî hemû zor û zehmetiyan me dest ji nêrînên xwe berneda. Niha em li dijî vîrusê têdikoşin. Ji ber girtîgehan em bi fikar in. Di rojên borî de qanûna înfazê ji meclîsê derbas bû. Em li dijî vê gelek bi hêrs in. Hevjînê min gelek nexweşiyên wî hene. Girtîgeh qirêj û nebaş in. Niha diz û tecawizkar berdan. Lê ewlehiya canê girtiyên siyasî ne xema wan e. Ne rûpûş, ne lepik ne alavên paqijiyê didin wan. Hevjînê min ji xwe 28 sale girtî ye. Me her tim hêvî dikir ku rojekê bê berdan. Lê mixabin siyasiyan terkî mirinê dikin, dema mijar dibin Kurd ker û lal dimînin.”