‘Îktidar ji bo êrişî jinê bike li fersendan digere’

  • 09:08 21 Nîsan 2020
  • Rojane
Medya Uren - Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş bal kişand  ser xetereyên ku  wê sererastkirina înfazê bi xwe re bîne û wiha got: “îqtidar ji bo êrişî jinê bike li fersendan diğere.  Îqtîdarê bi serbestberdana kujerên jinan, gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine re bala civakê li ser xwe kom kir û daxwaza me ya wekheviya di qanûnê de piştguh kir.”
 
Li Tirkiyê ji ber vîrûsa Koronoyê tablo her ku diçe giran dibe û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.  Di nava tedbîrên li dijî vîrûsê de rewşa girtîgehan ku di bin xeterê de ye ket rojevê. Îqtidarê ji ber vê yekê paketa darezê a  ku ji 70 xalî pêk tê û  girtiyên sîyasî nagire nav xwe amade kir û li di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê re derbas kir. Di nava kesên  tên berdan de kujerên jinan, gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine hene ku li dijî vê berteka  civak rêxistinên jinan herku diçe mezin dibe. Rêvebera Komeleya Jinan a Rozayê parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş li ser pakêta darazê ku li meclise hat erêkirin nirxandin kir. 
 
‘Newekheviya kirine nixumandin’
 
Elîfê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi belavbûna şewba vîrûsê re girtîgeh ji ketin bin xetereyê. Jİ ber wê tirsa mirin û belavbûna vîrusê li girtiyan malbat jî xistin nava fikarên mezin. Hikumetê ji ber bertekan  di qanûna darazê de guhertinên nû ên ku girtiyên sîyasî nagire nava xwe bi pakêtekê pêşî meclise kir. Elîfê bertek nîşa vê pakêtê da û wiha got: “Gelek welatan bêyî ku cudahî bêxin nava wan de, bi hezaran girtî serbest berdan. Lê Tirkiyê girtiyên sîyasî ên ku nexweşin di vê pêvajoyê de di hundir de dihêle û bi hezaran  kesên sûcên tecwawizê û qetil kirine berdan.  Bi pêşkêşkirina pakêta derazê re civak û gelek rêxistinên jinan û saziyên sivîl bertek nişan dan. Lê li vir manîpîlayonek mezin pêk hat. Hikumertê bala her kesî kişand ser berdana  kesên tecwiz kirine û newekheviya qanûnê de nixûmad. Çiqas nerazîbûn hatibin nîşandan jî êdî hikumetê guhê xwe girt.”Hikumetê di pêvajoyên wiha zor de hemû karasetan ji bo xwe vediguherîne fersendê. Ev nîşanî  me dide ku hikumet demek dirêj li benda guhertina vê  qanûnê bû.”
 
‘Berfîn Ozek giliyê xwe paşve kişand’
 
Elîf di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi pêşnûmeyê re gelek jinên mexdurê tundî û tecawuzê ne ketin nava tirseke mezin û Berfîn Ozek a giliya xwe paşve kişand bi bîr anî. Elîfê wiha berdewam kir: “Em hemû ji kêm zêde çîroka Berfînê dizanin. Lê piştî têkoşînek mezin Berfînê sucdar bexşand. Ev di hişê me de hinek tiştan dide runiştandin û Berfîn tenê mînakek e. Bi hezaran jin bi heman tirs û gumanê dijîn.  Em bexşandina bi navê Rahşan a ku di sala 2000’an de derketiye dizanin. Di nava her 5 sucdarên bi vî rengî hatine bexşandin de sucdar sucê xwe dubare dikin.”
 
‘Azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkan e’
 
Elîfê anî ziman k u îqtîdar  ji bere û heta roja îro bi taybet di çend salên dawî de jinê dike hedef û da zanîn ku wê bi polîtîkayên xistine mertiyetê re ev aşkere kiriye. Elîfê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îqtidar êrişî destkeftî, têkoşîna azadiyê û wekheviyê ya jinê dike. Dixwazin mafê jinê yê mirovane û civakîbûnê ji destê wê bigirin. Lewra ger ev mafên jinan werin binpêkirin wê jin kîjan koletiyê  bijîn fikrîna wê ne zor e. Ango di xetek dijminahiyê de nêzî jinê dibin. Ev rastiyeke ya tirkiyê ye mixabin. Azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkan e. Lê li gorî hişmendiya hikumetê azadiya civakê xetereyek e, ji ber wê yekê herdem jinê dike hedef. Ew ji dizanin ku riya herî serkeftî ya kolekirina civakê kolekirina jinê ye. Lê tucarî jin bêdeng nemaye, herdem bi şiyariya azadî û wekheviyê wan têkoşîna xwe gur kirine. Ji xwe bi van rêistina re gelek deskeftî hatin bi destxistin.”