'Em di mala xwe de perwerdeyên çandî dibînin û xwendina xwe jî dewam dikin’

  • 09:02 21 Nîsan 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên  ku li Şehabyê dimînin, ji bo ku demên wan vala derbas nebe di mal de xwe fêrî çandê dikin û perwerdeya xwe dibistanê jî dibînin. Zarokên li mal perwerdeya xwe dibînin wiha gotin: "Em ê di malên xwe de bin da ku em xwe ji vîrûsê biparêzin, lê em nahêlin ku dema me jî vala derbas bibe. Em ê xwendina xwe jî bidomînin û di navberê de perwerdeyên xwe yê çandî jî bibînin."
 
Piştî betlaneya dibistanan a ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, ev bû nêzî mehekê ku zarok di malê xwe de dimînin. Rêveberiya Xweser ji bo parastina civakê ji vê kirîzê di nav tedbîrên ku ji aliyê wan ve hatin girtin, yek ji wan betlaneya dibistanan bû. Ji bo ku zarokên herêmê yên ku weke nifşên pêşerojê tên pênasekirin ji vîrûsê bên parastin, dibistanên wan bi temamî hatin girtin. Zarokên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê xwendina xwe didomandin, bi betlaneya dibistanan re êdî li mal in. Ev zarok ji bo ku demên xwe vala derbas nekin, perwerdeyên ku di çand û hunerê de didîtin li malê dubare dikin. Di vê navberê de jî xwendina ku jê bê par man li malê didomînin. Zarokan rewşa xwe ya karantînaya tendirustiyê li malê  anîn ziman û ji me re parve kirin.  
 
'Ez zarokên malbata xwe fêrî hunerê dikim'
 
Zaroka bi navê  Şîlan Omer a 14 salî ya ji gundê Basûtê  ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ye, derbarê hezkirina xwe ya çandê û rewşa wê ya niha li malê ev yek got: "Piştî derketina me ji Efrînê, ez tevlî xebatê çand û hunerê bûm. Di destpêkê de ez tevlî koma govendê bûm, lê hezkirina min ji  saza tembûrê re jî  hebû. Piştî ku navenda çand û hunerê li Şehbayê hat vekirin, ez tevlî beşa tembûrê jî bûm. Piştî ku rewşa Vîrûsa Koronayê derket, ji bo parastina me û malbatên me û li gor biryaran em jî di mal de ne. Dibistanên me hatin girtin û derketina derve êdî qedexe ye. Niha ez li malê zarokên malbata xwe fêrî hunerê dikim. Piştî em perwerdeya xwe ya hunerê diqedînin, em pirtûkên xwe yên dibistanê jî dixwînin, da ku em vegerin dibistana xwe û waneyên ku me birine ji bîr nekin."
 
'Em bi hêvî ne ku dermanê Vîrsusa Korona bê dîtin, da ku em vegrin dibistana xwe'
 
Baran Xidir ê 12 salî wiha got: "Em ji malê xwe dernakevin, vîrûs pir xeter e û dibe jiyana me jî bike nava xeteriyê. Em bi malbatên xwe re di mal de ne û bi komên biçûk di mala xwe de li hev dicivin. Ez ji hunerê pir hez dikim, ji bo wê ez li malê xwe fêr dikim. Em bi hêvî ne ku dermanê Vîrusa Korona bê dîtin, da ku em vegerin dibistana xwe."  
 
'Fêrbûn û xwendin li malê jî xweş e'
 
Raman Omer yê 9 salî jî xwestekê xwe bi vekirina dibistanan anî ziman û wiha got: "Em di malê de jî fêrî xwendinê dibin.  Xwendina li malê jî xweş e, lê min bêriya hevalên xwe yên dibistanê kiriye. Ez niha xwe li ser tembûrê jî fêr dikim, ji bo ku dema ev rewş xelas bibe ez baş fêr bibim."