AMENAS: Li Urmiyeyê 200 jin di greva birçîbûnê de ne

  • 16:47 20 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - AMENAS diyar kir ku ji ber Vîrusa Koronayê penaber û girtîgeh di bin xetereyeke mezin de ye û ji bo girtî serbest bên berdan banga hestiyariyê ya navneteweyî kir. AMENAS'ê diyar kir ku li Urmiyeyê 200 jin di greva birçîbûnê de ne.
 
Tifaqa Sosyalîst a Bakurê Afrika û Rojhilata Navîn (AMENAS), derbarê girtîgehên ku lê tevdîrên Vîrusa Koronayê nayê girtin de deklerasyon parve kir. AMENAS diyar kir ku hemû girtîgehên cîhanê di bin xetereyê de ye.
 
Tirkiye di qada girtina rojnamegeran de pêşeng e
 
Di deklesrasyonê de hat gotin Tirkiye di qada girtina rojnamegeran de pêşeng e û wiha dewam kir:"Li Tirkiyeyê di navbera 20 û 300 hezar kesî de girtî hene. Ji vana ji 49 hezarî zêdetir girtiyên polîtîk in. Li gor Rêxistina Şopandina mafê mirovan Tirkiye di qada girtina rojnamegeran de pêşeng e. Gelek aktivîst ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatine girtin. Li tirkiyeyê bi pakêta darezê destûr hat dayin ku gelek kes ji girtîgehan derkevin lê belê gelek aktivîstên kurd, rojnameger û siyasetmedarên kurd nehatin berdan. Li girtîgehan ji ber mesafeya civakî tune ye di bin rîskek mezin de ye."
 
Li Sûriyeyê 100 hezar siyastmedar di girtîgehan de ne
 
Di deklerasyonê de hat gotin li Sûriyeyê 100 hezar siyastmedar di girtîgehan de ne û hat gotin divê 43 hezar komên mafên mirovan bên berdan. 
 
Li girtîgehan Fîlistînî girtî xwarinê red dikin
 
Her wiha di deklerasyonê de hat diyarkirin ku ji 19 hezarî bêtir girtî hene û ji vana 4 hezar û 500 kes Fîlîstînî ne û hat gotin Li girtîgehan Fîlistînî girtî xwarinê red dikin.
 
200 jin di greva birçîbûnê de ne
 
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku li Tebriz, Saqiz, Kurdistan, Ahvaz û Hamedanê girtî serîlêdanê pêk tînin û hat gotin 200 jin bi daxwaza parastina ji Vîrusa Koronayê di greva birçîbûnê de ne.