Li Licê jê 2 jin 4 welatî hatin girtin

  • 14:29 20 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Li Licê piştî operasyona ji aliyê TSK'ê ve hat kirin şûnde 4 welatî hatibûn binçavkirin. 2 jê jin 4 welatiyên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin. 
 
Di operasyona eskerî ya ku Fermandariya Cendermeyan a Amedê 14’ê Nîsanê de li Licê dayî destpêkirin 4 welatî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Welatiyên ku derxistin dadgehê hatin girtin.
 
Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 14’ê Nîsanê de li Gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, Gûndê Çemê Elîka yê di navberê navçeya Hênê û Licê de û Gûndê Şelê ya navçeya Hênê operasyoneke eskerî ya berfireh dabûn destpêkirin. Di operasyonê de xizmê Ceylan Onkol a di sala 2009’an de bi hewana eskeran avêtî jiyana xwe ji dest dayî, Ferhat Onkol û ji Gundê Çemê Elîka jî ji heman malbatê Dîlber Oyûnlû ya 48 salî, keça wê Tûba ya 30 salî û kurê wê Harûn Oyûnlû yê 18 salî hatibûn binçavkirin.
 
Welatiyên ku hatibûn binçavkirin Serdozgeriya Komarê ya Licê duh şev îfadeyan wan girtin. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê. Dadgehê jî Ferhat Onkol, Dîlber, Tûba û Harûn Oyûnlû bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û ji rêxistinê re alîkarî kirinê” girtin.