Dê jin bi hastaga 'Li malê tundî heye' di nava çalakiyê de bin

  • 12:34 20 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL- Dê Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in di 3'yemîn hefteya çalakiya xwe de bi hastaga 'Li malê tundî heye' di nava çalakiyê de be. Çalakiya hastaga 'Li malê tundî heye' ew ê hefteyekê bidome. 
 
Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in li hesabên xwe yên twitter, ınstagram, facebookê her hefte bi mijareke cuda çalakiyan li dar dixe. Ew ê sêyemîn  çalakiya Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in îro pêk were. Ew ê jin vê hefteyê bi hastaga 'Li malê tundî heye' çalakiya xwe ya li ser medyaya civakî li dar bixin. 
 
Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in derbarê çalakiyên xwe de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin jinên ji ber Vîrusa Koronayê (Kovid-19) mecbûr mane li mal bimînin ji bo bi tundiyê rû bi rû nemînin ew ê bibin deng.
 
'Ji bo em ji ber tundiya mêr nemirin em dengê xwe derdixin'
 
Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in  di daxuyaniyê de wiha got:"Ji bo em ji ber tundiya mêr nemirin em dengê xwe derdixin. Bi êrikirina pakêta înfazê re bersûcên li dijî jinê tundî pêk anîne derxistin derve lê ji bo jin bi tundiyê rû bi rû nemînin tu tedbîr nehatin girtin. Di malên ku dibêjin jiyan tê de hiltê tundî heye."
 
'Tundiya mêr zêde dibe lê rayedar li ku ne?'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Wezareta Karê Hundur ya Fransayê ji bo jinan serîlêdan da destpêkirin û standên şêwirmendiyê danîn, Avusturalya li dijî tundiya ji ber Vîrusa Koronayê zêde bûye wekî tedbîr 92 milyon dolar pakêta piştevaniyê amade kir. Tundiya mêr zêde dibe lê rayedar li ku ne?"