Li dijî pakêta înfazê bertek: Divê yekîneyên koordinasyona lezgîn bên avakirin

  • 09:13 20 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku ji ber qanûna înfazê wê şîdet zêde bibe û gotin: “Dewletê jî tu tedbîr negirtiye.” Seroka Şaxa Komeleya Elewî ya Demokratîk ya Îzmîrê Nebahat Çelîk, got divê demildest yekîneyên koordînasyona lezgîn bên vakirin û plansaziya piştevaniyê bêkirin.
 
Piştî ku 3’emîn Pakêta Darazê ji meclîsê derbas bû şûnde, tahliyekirina girtiyên Edlî jî didome. Bi vê qanûnê re gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine jî tên berdan. Li ser vê bertek jî didomin. Jin hişyar dikin wê pêşnûmeya efûyê ya êrîşên zyanedî ji nûve bê rojevê.
 
Ji Komîsyona Jina a ÎHD’ê Cemîle Karakaya bi lêv kir ku jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve rastî şîdetê tên û kesên şîdetê dikin jî tên berdan. Cemîleyê wiha got: “Gumanbar wê vegerin malên xwe û şîdet jî wê kat bi kat zêde bibe. Yên li dijî şîdetê radiwestin jî jinin û piştevaniya jinane. Divê dîsa jin bikevin piştevaniyê û li dijî şîdeta mêr û daraza mêr têbikoşin.”
 
‘Ji ber biryara HSK’ê wê ji bo jinan jî tedbîr nayê girtin’
 
Ji Tora Piştevaniya Jinan Gîzem Coşkun jî destnîşan kir ku di çarçoveya pakêta darazê de kesên li dijî jinan sûc kirine tên berdan û got: “Hişyariya jinan jî li ber çavan nayê girtin. Li ser van hemûyan bi biryara Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) qanûna hejmar 6284 ya jinan ji şîdetê diparêze jî hatiye sînorkirin. Ev jî wê tedbîrên durxistinê asteng bike. Ev tê wateya ku alavên têkoşînê ji destên jinan girtinê. Jin ji ber vê bifikarin.”
 
‘Cesaretê didin gumanbaran’
 
Sekretera Hejmar 2 a Egîtîm Senê Zelîha Danyenlî got qanûna înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ye û got bi tahliyekirina gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine wê binpêkirina mafan jî zêde bibe û daxuyakirin ku wê ev cesaretê bide gumanbaran. Zelîhayê destnîşan kir ku wê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Divê yekîneyên koordînasyonê bên avakirin’
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Nebahat Çelîk jî bi lêv kir ku erêkirina qanûna îstîsmara zayendî wê pêşiya êrîşa zayendî ya li dijî zarokan vebike û malbatên bi ser sûcde biçin jî wê dozên wan bikevin. Nebahatê wiha dawî lê anî: “Em ketine pêvajoyeke ku keda jinê tune tê hesibandin.Em dixwazin bijîn û ji bo vê têdikoşin. Divê hemû jin bibin yek û têbikoşin. Divê em di pêvajoyê de bibin xizirên hev. Divê demildest yekîneyên koordinasyona lezgîn bên avakirin.”