Evîn Yûsif : Rojnamegeriya Kurd xwedî dîrokek hêjayî vegotinê ye

  • 09:06 20 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
QAMIŞLO - Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif teqez kir ku Rojnameya Kurdistan ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî di dîrokê de xwedî cihekî taybet digire û wiha got:"Rojnamegeriya Kurd xwedî dîrokek hêjayî vegotinê ye."
 
Di 22’yê Nîsana 1898'an de mîr Miqdad Bedirxan li Qahîra ya paytexta Misirê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê "Kurdistan" weşand û ji wê demê de li tevahî Kurdistanê ew roj weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hate pîrozkirin. Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif  Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û wiha got:"Bê guman pêşketina xebatên rojnmegeriyê bingeha xwe ji berxwedan û têkoşîna sala1898’an digire. Ev deskeftî jî xwedî dîrokek bi têkoşîn û berxwedan e."
 
'Şoreşa Rojava derfetek zêrîn ji ciwanên kurdan  re peyda kir'
 
Evînê diyar kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derfetek zêrîn ji ciwanên kurd re hat peydakirin û wiha axftina xwe domand: "Ragihandin bi giştî di dema desthilatdariya BAAS'ê de di rewşekê pir xerab de bû. Xebatên rojnamegeriyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianîn û li gorî wê dîrok û çanda civakê dihelandin, lê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû weke serhildanekê ji  xebatên raghandinê û wekî ragihandina alternatîf  ji bo zîndîkirina dîrok û derxistina têkoşîn û berxwedana civakê ya li hember zihniyeta baviksalarî. Bi ragihandina rojnameyên Kurdî berxwedana gel derket pêş. Di despêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê  de derfetek zêrîn ji ciwanên kurd re hat peydakirin da ew jî bi rola xwe ya dîrokî rabin û têbikoşin." 
 
'Rojnamegeriya Kurdî bi Şoreşa Rojava derbasî qonaxek pir girîng bû'
 
Evînê da zanîn ku Rojnamegeriya Kurdî di şoreşa Rojava de derbasî qonaxek pir girîng bû û wiha pê de çû: "Berî Şoreşa Rojava bi navê ragihandina kurdî pêşketineke zêde tunebû. Wek asta ku em îro dibînin, tenê ragihandina Kurdî di nav belavokan û li ser malperên Kurdî dihat dîtin, ew jî qedexe û bi dizî bi rê ve diçûn, lê dema Şoreşa Rojava dest pê kir, em dikarin bêjin ku ragihandin li seranserî Rojava ket qonaxeke pir giîrîng. Radyo, rojname, malper û televizyonan rolek pir girîng ji bo derxistina rastiyê lîstin.” 
 
'Hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina civakê ye'
 
Evînê bal kişand ser hedefgirtina xebatê Rojnamegeriyê û wiha dewam kir: "Xebatên çapemeniyê bi taybet Ragihandina Azad ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê hedefgirtin, ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wan tev digere. Ji bo wê rastî êrîşan tê. Hinek mînak jê rawestandina ajansa Jinha û hedefgirtina rojnemgerên ku ji bo derxistina heqîqetê tev digerin. Her wiha mînaka Şehîd Nûjiyan û Dilîşan jî hene. Rojnemevan erka wê ya sereke ku êş, berxwedan û rastiya gel  ji raya giştî re ragihîne. Ji bo wê jî em hedefgirtina deng û rengê heqîqetê şermezar dikin û çiqas êrîş were kirin jî dê dengê heqîqetê were ragihandin."
 
'Rojnamegeriya Kurd xwedî dîrokek hêjayî vegotinê ye'
 
Evînê bang li tevahî rojnemegerên Kurdistanê kir ku kar û xebatê rojnemgeriyê hîn zêdetir li pêş bixin û dengê rastiyê ji raya giştî re raghînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bê guman pêşketina xebatên rojnmegeriyê bingeha xwe ji berxwedan û têkoşîna sala1898’an digire. Ev deskeftî jî xwedî dîrokek bi têkoşîn û berxwedan e."