HDP'ê derbarê qeyûmê Amedê de serîlêdana sûc kir

  • 15:13 19 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - HDP'ê derbarê qeyûmê Amedê yê dermanê sixte yê dezenfektanê belav kir de serîlêdana sûc kir.
 
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê derbarê qeyûmê Amedê yê dermanê sixte yê dezenfektanê belav kir de serîlêdana sûc kir. Di daxwaznameya HDP'ê de hate ragihandin ku bi hilberandin û belavkirina dezenfektana sexte re tenduristiya gel xistine metirsiyê û xwest, têkildarî berpirsyaran lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin, li qadên cemaweriyê û saziyên taybet unîteyên dezenftekirina destan bi cih kiribû û dezenfektan li nexweşxaneyan belav kiribû. Eşkere bûbû ku ev dezenfektan sexte ne.