Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Bila Kurd aştiya navxweyî mayinde bike
- 13:22 19 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî êrîşên ser gelê kurd û komkujiyên li ser gelê Kurd pêş dikevin, daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Kurdistan di bin dagirkeriya nijaperest, olperest û zayenperestiyê de ye. Di vê demê de dagirker şewba koronayê li dijî civaka kurdan wekî çekê dagirkeriyê bi kar tîne, alîkariya navxweyî asteng dike û civake bêderfet dike, qetliam a jinan meşrû dike. Di heman demê de tovikên neyartiyê jî di nava kurdan de dixwazin biçînin û mayinde bikin."
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, têkildarî êrîşên li ser gelê Kurd û komkujiya li ser kurdan tê meşandin banga yekîtiyê kir. Platforêm ji ber şewba vîrûsa corona daxuyaniyek nivîskî weşand û xwet Kurd aştiya navxweyî mayinde bikin û wekî seferberiyê derfetên xwe parve bikin. Platformê anî ziman ku Kurdistan di rewşeke zor û zehmet de derbas dibe û wiha got: "Kurdistan di bin dagirkeriya nijaperest, olperest û zayenperestiyê de ye. Di vê demê de dagirker şewba koronayê li dijî civaka kurdan wekî çekê dagirkeriyê bi kar tîne, alîkariya navxweyî asteng dike û civake bêderfet dike, qetliam a jinan meşrû dike. Di heman demê de tovikên neyartiyê jî di nava kurdan de dixwazin biçînin û mayinde bikin."
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bang kir
Platformê banga yekîtiya neteweyî jî kir û wiha bi dawî kir: "Em wekî jinên Kurd bangî hemû sazî, dezgeh, rûsipî û rîsipîyên Kurdîstanê dikin ku bila kurd hevdu mihtacî degirkera nekin. Bila di vê dema dijwar de aştiya navxweyî mayinde bikin. Wekî seferberiyê derfetên xwe parve bikin. Jiyana yek kurdî jî bikeve xetereyê dé dilê dayik û civaka kurd perçe bibe."
Roj roja kurd hevdû ji dagirkeran biparêzin
Roj roja yekîtiya neteweyî ye. Roj roja Kurd neyên leyostok û daxwaza neyara. Roj roja kurd hevdû ji dagirkeran biparêzin û tekoşîna azadiyê kurdîstanê bi hev re xurt bikin e. "