'Li gor derfetên heyî em parastina koçberan dikin'

  • 09:03 19 Nîsan 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
EYN ÎSA - Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî Fadya Şerîf Xelîl destnîşan kir ku rêveberiya kampê ji bo parastina welatiyan ji vîrûsa korona tedbîrên girîng girtin û got: "Heta niha tu dewlet an rêxistinan alîkar ji bo koçberan pêşkêş nekirine, em li gor derfetên heyî parastina koçberan dikin."
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran welatiyên Kantona Girê Spî di êrîşa 9'ê Cotmeha 2019'an de koçber bûn. Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî ji bo koçberan li bajarokê Til Semin ê girêdayî bajarê Reqqayê kampa koçberên Girê Spî ava kir. Di kampê de nêzî 530 malbat hatiye bi cih kirin. Rêveberiya kampê li gor derfetên heyî alîkariyê pêşkêşî koçberan dike. Lê dîsa jî her roja ku bi ser wan re derbas dibe bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dimînin.
 
Ev demeke li tevahî cîhanê vîrûsa korona belav bûye, rêveberiya kampê ji bo parastina koçberan ji vîrûsa koronayê tedbîrên girîng girtin. Derbarê vê mijarê de Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî Fadya Şerîf Xelîl ji ajansa me re axivî. 
 
'Li dijî vîrûsê me tedbîrên girîng girtin'
 
Fadyayê behsa tedbîrên ku rêveberiya kampê li beramberî vîrûsa korona yê girtine kir û wiha pê de çû: "Ji bo em karibin li hemberî vîrûsa korona gelê xwe biparêzin destpêkê di aliyê tenduristî de me tedbîr girtin. Rojane bijîşk tên kampê û karê xwe didin meşandin. Me carekê giştî kamp dezenfekte kir. Bi rêya komînan ji bo parastina ji vîrûsa korona gel hatin hişyar kirin. Çûyîn û hatina ji kampê di vê demê de hatiye qedexe kirin. Di kampê de dikan hene û gel pêdiviyên xwe yên rojane ji dikanên kampê digirin, me berpirsiyarek ji nav dikandaran derxistiye ji bo ku pêwistiyên gel bi cih bîne rojane diçe bajêr tiştên pêwist tîne û vedigere kampê. Hîn nexweş hene em nikarin li kampê wan derman bikin, wan dişînin bajêr û dema ku tên ji aliyê desteya tenduristî ve tên kontrol kirin piştre derbasî kampê dibin. Pêwistiya koçberan bi rûpoş, lepik û alîkariyê heye. Ji ber vê yekê koçber zehmetiyên dikişînin û heta niha tu rêxistinan alîkariya kampê nekirine."
 
'Ji ber êrîşan gundî berê xwe bidin kampê'
 
Fadyayê ragihand ku niha hin malbat ji ber êrîşên dewleta tirk serlêdana kampê dikin û wiha domand: "Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser gundewarên Girê Spî berdewam dikin, welatî neçar dimînin ku koçber bibin û berê xwe bidin kampê. Ji bo vê jî me amadekariyên xwe kirin û li dervayî kampê me kon amade kirine. Malbatên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçber dibin 15 rojan di konan de li derveyî kampê tên bi cih kirin, hemû pêwistiyên wan li wir pêktînin. Rojane bijîşk wan kontrol dike, piştî 15 rojan ger ku nîşaneyên vîrûsa Korona bi wan re nebin em wan derbasî kampê dikin. Niha malbatekê serlêdan kiriye û li gor derfetên heyî em pêwistiyên wan bi cih tînin."
 
'Navenda Karantînayê li nêzî kampê nehat ava kirin'
 
Fadyayê behsa tedbîrên ji aliyê desteya tenduristî ve hatine girtin kir û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Ji ber ku derfetên me kêmin em nikarin cihê karantîna li nêzî kampê amede bikin."