Dayikên Şemiyê: Aqûbeta 25 zarokan di tarîtiyê de hatin hiştin

  • 15:42 18 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, li ser medyaya civakê çalakiya xwe pêk anîn û gotin: "Ji ber şewba vîrûsê ew li malên xwe aqûbeta windayan dipirsin. Me malên xwe kir cihên daxwaza lêgerîna heqîqet û edaletê.”
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 786’emîn de ji ber belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19), li ser hesabên xwe yên medya civakî daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, bi boneya “23’yê Nîsanê Cejna Zarokan” aqûbeta 25 zarokên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn. Keça Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê kanûna 1993’an de li gundê Baglar ê navçeya Sîwereg a Rihayê dibin çavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin Serpîl Taşkaya li ser navê dayikan daxuyanî da.
 
Serpîl, diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ew li malên xwe aqûbeta windayan dipirsin û wiha axivî: “Ji ber vê me malên xwe kirine, cihên daxwaza lêgerîna heqîqet û edaletê.”
  
Serpîl, bal kişand ser pêşnûmeya înfazê ya girtiyên siyasî ji derveyî wê hat hiştin a di Meclîsê de hat qebûlkirin û wiha wiha axivî: “Dewlet cudakariyê dixe nava mirovan. Em ve yekê qebûl nakin. Nabe ku mirovên bi rîska şewbêre rû bi rû ne ji hev bên cuda kirin. Em car din bangî dewletê dikin, divê hûn jiyana mirovan biparêzin. Ev erka we ya serekeye.”
 
Serpîl, dest nîşan kir ku ew vê heftiyê dixwazin bi boneya 23’yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan zarokên dibin çavan de hatine windakirin bi bîr xistin û wiha bilêv kir: “Mafê hemû zarokan heye ku li dijî tundiyê bên parastin. Lê li ser vê axê, mafê bi dehan zarokan hatine binpêkirin, rastî tundiya dewletê hatine û dibin çavan de hatine windakirin.”
 
'Aqûbeta zarokan ne diyar in'
 
Serpîl, da zanîn ku ew bûne şahid ku ev zarokan çawan hatine binçavkirin û wiha got: “Di îdîanameyên dozgeriyê de, di girtekên dadgehan de, di biryara DMME’yê de û di Rapora TBMM’ê de, di hiqûqa navxweyî de bêcezakirin hiştin. Zaroka 3 salî Dîlek Serîn a bi malbata xwe re li Goma Mirik a Dêrsimê hat windakirin, zarokê 12 salî Davût Altûnkaynak ê li Kerboran Mêrdînê hat windakirin, Seyhan Dogan ê 13 salî, zarokê 12 salî Îlyas Dîrîl ê li Qilabana Şirnexê, Mûnir Saritaş ê 13 salî yê li Gevera Colemêrgê, Metîn Bûdak ê 14 salî yê li Lîceya Amedê, Servet Îpek ê 15 salî, Çayan Çîçek ê 15 salî û 25 zarokên dibin çavan de hatin windakirin, red kirin. Aqûbeta van zarokên hatin windakirin, di tarîtiyê de hatin hiştin. Faîlên wan bi necezakirinê hatin parastin. Heya niha ji bo van zarokên edalet pêk nehat. Ji bo ku em van zarokan bibîr bixin û nedin ji bîr kirin, em ê dest ji daxwaza ya xwe edaletê bernedin.”