Ji ber agahîdayînê gardiyanan alavên girtiyan desteser kirin

  • 14:35 18 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX -  Girtiyê bi navê Yusuf Şahîn ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê de tê girtin di 4’ê nîsanê de bi rêya telefonê derbarê rewşa girtîgehê de agahî dabû. Hat zanîn ku piştî axaftina bi telefonê, gardiyanan bi ser kaguşê girtiye û destdanîne li ser hemû alavên wan.  
 
Girtiyê bi navê Yusuf Şahîn ê ku 5 sal in li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de ye, 120 sal ceza lê hatiye birîn . Yusuf, di 4’ê nîsanê de bi rêya telefonê derbarê rewşa girtîgehê de ji ajansa me re agahî dabû. Hat zanîn ku piştî telefonê gardiyanan di ser kaguşa Yusuf de girtiye û dest danîne li ser hemû alavên wan.
 
Yusuf ê ku duh bi rêya telefonê ji malbata xwe re axivî ev ragihand: “Ji ber ku çend roj beriya niha min derbarê rewşa girtîgehê de agahî dabû, gardiyan bi ser kaguşê de girtin û dest danîn ser hemû alavên me.”