'Li Amedê 30 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine'
- 13:38 18 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Di têkildarê rewşa xebatkarên tenduristiyê ya Amedê de DTO rapora xwe ya Covit-19 aşkere kir. Odeyê diyar kir ku li Amedê 30 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine û karmendekî jiyana xwe ji dest daye.
Odeya Tabîban a Amedê (DTO) rapora Covit-19 ya têkidarî xebatkarên tenduristiyê ya Amedê aşkere kir. Odeyê rapora xwe li ser medya civakî parve kir û wiha got: "Heta 18'ê nîsanê li Amedê 12 bijîşk, 12 hemşîre, ebe û karmendên tenduristiyê, 4 personel, 1 Peyvirdarê Otomosyonê, 1 karmendek ( jiyana xwe ji dest da) bi vîrûsê ketin.
Odeyê anî ziman ku bi qasî wan xwe gîhand xebatkarên tenduristiyê yên bi şewba Covît-19 ketine hêjmar 30 kes in. Odeyê anî ziman ku ji ber testên pêwist ên çawanî û têr (KKE) nayên kirin, difikirin ku tevahiya xebatkarên tenduristiyê yên bi şewbê ketine zêdetir in.