‘Dewlet fatureyê li jinan dibire’

  • 09:13 18 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - EDENE - Endamên Platforma Jinan a Mersînê û Piştevaniya Mor a Edenê, gotin efûya sûcê li dijî zarokan tüne ye û gotin wê piştî vîrusê dîsa li kolanan bin.
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusê hejmara kesên bi vîrusê ketiye 65 hezar derbas kir û kesên jiyana xwe ji dest dane jî bi hezaran e. Ji ber vîrusê qanûna înfazê ji meclîsê derbas bû û girtiyên siyasî di qanûnê de cih negirtin. Ji qanûnên 90 hezar kes fêdeyê digirin û têde kesên ji sûcên li dijî jin û zarokan, dizî, xesp û çete wê derkevin. Bertekên li dijî vê her diçin mezindibin. Endamên Platforma Jinan a Mersînê û Piştevaniya Mor a Edenê, gotin efûya sûcê li dijî zarokan tune ye û gotin wê piştî vîrusê dîsa li kolanan bin.
 
‘Rewş mirov dike fikaran’
 
Ji Piştevaniya Mor a edenê Îlknur Gor, destnîşan kir ku di pêvajoyek zor re derbas dibin û şîdet zêde bûye û got: “Ev jî têr nake niha gumanbarên êrîşa zayendî û şîdetê tên berdan. Li ser vê wê şîdet hîn bêtir zêde bibe. Ev jî mirov dike fikaran. Girtiyên siyasî di qanûnê de cih negirtin. Ger qanûnek hebe divê yên siyasî jî têde hebin. Em jin vê qebûl nakin. Ev qanûn wê hîn bêtir cesaretê bide mêran.”
 
‘Wê şîdet hîn bêtir zêde bibe’
 
Ji Platforma Jinan a Mersînê Çîgdem Serîn jî bi lêv kir ku wan her tim aniye ziman ku divê şertên hîjyena girtîgehan pêk bê, test ji bo girtiyan bê kirin, şertên xwedîbûnê bên başkirin, girtiyên jin, ducanî, kal û pîr bên tahliyekirin û got: “Qanûna înfazê ya ji meclîsê derbas bûye bê edelet pêk hatiye. Girtiyên siyasî, muxalîf jê fêdeyê nagirin. Lê gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine, dişînin navbera me. Em ji ber vê rewşê bi rastî bi fikarin. Ev sererastkirin jiyana zarokan davêje xetereyê. Pêşiya îstîsmara li hember zarokan vedike. Qanûn mêrên ku şîdet li jinê kiriye ji nûve dişîne malên wan. Mêrên ku zarok îstîsmar kirine dişînin malên wan. Ev jî tê wateya bi aşkera îstîsmarê qebûl dikin.Em bi têkoşîna jinê bawer dikin. Em ê carek din bi serkevin. Em destur nedin ku ev derbas bibe. Di rojên koronayê de jin wê bi hev re xurtir bin.”
 
‘Divê siyasetmedar, akademîsyen û rojnameger bên berdan’
 
Ji Platforma Jinan a Mersînê Zeynep Kaya jî got rêxistinên jinan, partî, sendîka, odeyên pîşeyî, ÎHD, gelek saziyên civaka sivîl li dijî qanûnê ne û got: “Derxistina van qanûnan tê wateya tunehesibandina têkoşîna jinan. Di şevekê de mafê jinan tê tunekirin. Rêveberiya yek kesî şîdetê rewa dike. Di vê pêvajoyê de em dibînin ku dewlet di gelek qadî de qels dimîne. Siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger yên dijhiqûqî tên girtin divê bên berdan. Ji her derê li dijî vê bertek heye. Dewlwet peymanên navneteweyî tune dihesibîne. Mafên zarokan, mafê mirovan, CEDAW, peymana Stenbolê tune dihesbiîne. Bi hinceta vîrusê dixwazin di şevekê de qanûnên xwe bikin jiyanê. Di rewşa ku divê şertên girtîgehê baş bikin fatureyê li jinan dibire. Em ê her tim li dijî vê li kolanan bin.”