ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 18 Nîsan 2020
  • Rojev
*Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Nesrîn Şêx Geyad diyar kir ku wek qada perwerdeyê ew nahêlin ku xwendekar ji xwendinê bê par bimînin û got: "Em hêvîdar in dema ku wane li ser qanala Rajava bên dayîn, malbat bi zarokên xwe re bibin alîkar." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Hêzên Ewlekariyê ya Asayîşa Jinê di derbarê hişyariya Vîrûsa Koronayê de wiha gotin: "Em her roj ji bo gelê xwe di nava kar de ne. Em bi hêv îne ku gelê me jî alîkariya me bikin û li mal bimînin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên gundê Maşoqê derbarê jiyan û hevgirtina di gundê wan de anîn ziman ku ew ê heta dawî bi gundê xwe girêdayî bin û wiha gotin: "Gundê me vegera eşqa axê ye, hezkirina mirovan û hevgirtinê ye. Em di vê jiyanê de pir westiyan, lê tama xweşbûna wan rojan hebû. Em ê li ser axa gundê xwe bin û heta  ku em bijîn em ê jê hez bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Civaknas Halîde Turkoglu diyar kir ku li gel şewba koronayê li ser civakê bandora neyînî dike jî  rêbaza hikûmetê ya înkarê di warê astengkirina şewbê de jî neguherî.
 
*Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik bal kişand ser Kampanyaya Xwişk û Bira û got: "Ev kampanya ne tenê ji bo aboriyê ji bo civaka ku hatî îzolekirin dibe morelekî mezin."
 
*Endama Konseya TTB’ê Dr. Ayfer Bostan diyar kir ku di têkoşîna bi vîrusa korona re, desthilatdarî biryar dide ku Lijneya Zanistê kîjan biryaran bide û got pêvajoy zelal û rast nayê birêvebirin.
 
*Hunermenda NÇM’ê Nurcan Degîrmen klama gelerî ya Kurd ‘Min te dîtibû’ wek sîngil derxist. Nurcanê di vê pêvajoya vîrusê de stran li ser hemû platformên muzîkê parve kir û got ew ji hêza başkirinê ya hunerê bawer dikin. BI DÎMEN
 
*Berfîn Ozek ya bi êrîşa bi astît ya Ozan Çeltîk re rûbirû ma di rojên borî de giliyê xwe şûnde kişandibû. Jinan diyar kirin ku darizandina biryara Berfînê ne raste û gotin: “Ji bo em li dijî zext û şîdetê têbikoşin, wek li dijî êrîşa li hember Berfînê em ê niha jî bibin yek û piştevaniyê xurt bikin.”
 
*Endamên Platforma Jinan a Mersînê û Piştevaniya Mor a Edenê, gotin efûya sûcê li dijî zarokan tüne ye û gotin wê piştî vîrusê dîsa li kolanan bin. 
 
*Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Enqereyê Hîlal Çelîk, got her çiqas bêjin sûcê êrîşa zayendî di qanûna înfazêde cih nagire jî rewş ne wisa ye û got: “Mînak tevî zarok û malbat gilî dikin jî ji sedî 60’ê ceza (navbera 2 û 5) salan de dikşîne û dîsa tên berdan. Li holê sûcek hebe, dewlet nikare li ser navê mexdur biryarê bide.”
 
*- Nazîme Yurek ya du zarokên wê di girtîgehê de ne û nexweşin, bertek nîşanê qanûna înfazê da û got: “Kes ji bo rewşa zarokên me tiştekî nake. Bila êdî mirin û operasyonan bidin sekinandin. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin.” BI DÎNEN
 
*Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku girtiye, xwişkên wê axivîn û diyar kirin ku Sara nexweşa astimê ye û gotin: “Girtî di şertên girtîgehê de wê çawa bijîn. Çawa xwe biparêzin. Bila girtî bên berdan. Bila kes nemire.” BI DÎMEN