Li Qamişloyê welatiyekî ji ber Vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest da

  • 20:39 17 Nîsan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Tenduristîyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku welatiyek li Hesekê ji ber Vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest daye. 
 
Desteya Tenduristîyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku welatiyek li Hesekê ji ber Vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berpirs Hikumeta Sûriyeyê ye.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku kesekî  ji bajarê Hesekê ku 53 salî ye li Nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişloyê ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ji ber Vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest da. Ew kes di 22'yê Adarê bi vîrusê ket û derbasî nexweşxaneya taybet hate kirin. Di 27'ê Adarê de ji bo Nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişloyê hate veguhestin. Di 29'ê Adarê de nimûmeya wî nexweşî şandin Şamê û roja 2'yê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Piştre encamên testan derket ku bi Vîrûsa Korona ketiye.
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji belavbûna Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyar e. Ji ber ku agahî neda aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser, tevî ku dizane ku hikûmeta Sûriyê bi cidiyet bi Rêveberiya Xweser li hemberî vîrusê hevkariyê nake."