Komîteya Aboriya Jinê 17 hezar rûpoş belav kir
- 15:59 17 Nîsan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Komîteya Aboriya Jinê li dijî Vîrusa Koronayê 17 hezar rûpoş belav kir.
Têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didome. Komîteya Aboriya Jinê ya Qamişloyê 17 hezar rûpoş belav kir.
Endama Komîteya Aboriyê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê Armanca Mihemed diyar kir ku ew ê bi rêya komunan rûpoş li gel bê belavkirin.