Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî: Êrîşên li ser Mexmûrê nîşaneya faşîzmê ye

  • 13:52 17 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - YJC'ê têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin êrîşên li ser Mexmûrê nîşaneya faşîzmê ye.
 
Di encama êrîşên Dewleta tirk ên li ser Mexmûrê de sê jinan jiyana xwe ji dest dan û hinek kes jî birîndar bûn. Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî têkildarî mijarê daxuyanî weşand. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê şermezar dikin û 3 jinên şehîd ketine bi bîr tînin. Dijminê ku nikare bigîhêje encam û hedefa xwe dixwaze nefesa xwe ya dawî jî bi faşîzme bide. Dijminê gelê kurd Erdogan her roj êrîşên xwe yên li ser gelê kurd mezin dike. Êrîşî Şengal, Rojava û Mexmûrê dike. Bi destên PDK'ê niha dorpêçeke li ser Mexmûrê heye. Ev dorpêç têr nake vê carê jî dewleta tirk êrîş dike. Bila dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê baş bizanibin ku ew ê nikaribin bi gelê kurd. Ji salên nodî heta niha kuştin, valakirana gundan, zext û koçberî didome. Ev êrîşên li dijî Kurd, Suryan, Xiristiyan her dewam kiriye. Lê gelê kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike. Êrîşên li ser Mexmûrê nîşaneya faşîzmê ye. Em ê li dijî vê yekê her li berxwe bidin. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî soza tolhildanê didin."