KCD: Nêzîkatiya li hember girtiyan perçeyek ji merseleya Kurd a girîng e

  • 13:31 17 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê derbarê zagona înfazê de daxuyanî da. KCD'ê got:"Ev zagona nîşaneya dijminatiya li dijî gelê kurd e. Nêzîkatiya li hember girtiyan perçeyek ji merseleya Kurd a girîng e."
  
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî zagona înfazê ya ku AKP-MHP'ê di meclîsê re derbas kir daxuyanî da. KCD'ê, diyar kir ku AKP û MHP'ê pêşnûmeya zagona înfazê ku li dijî pîvan û rêgezên gerdûnî û civakên e, pênaseyên sûc li gorî xwe bi teşe kir û binpê kir û wiha got: "AKP-MHP'ê ev zagon li gorî xwe rast kir bi vî şiklî di meclîsê re derbas kir. Bi hezaran malbat çavên wan li vê zagonê bû. Lê bêyî ku muzakere bikin û bibin bersiva çareseriyê, li meclîsê tevî niqaşên hefteyekê bêyî pêşniyar û rexne li ber çavan bên girtin di meclîsê re derbas kirin. Berî her tiştî mafê tu kesî tune vê neheqiyê li gel bike. Em bawer dikin ku bawerî û bendewariya herî mezin a civakê ew e ku daxwazên civakê ji kûr ve bên hîskirin û li gorî daxwazên wan gav bên avêtin. Ji ber ku zagona înfazê tenê ji bo berjewendî û daxwazên çend kesan hatiye amadekirin ne adîl û demokratîk e. Kêm e û ne rewa ye. 
 
Dîsa bi vê zagonê nêzîkatiya li dijî gelê Kurd jî nîşan dide. Bi vê zagonê cudakarî û dijminantiya li dijî gelê Kurd a dîrokî dubare dike. Ev yek ji bo girtiyên Kurd nûjen bûye. Nêzîkatiya li dijî girtiyên Kurd, nêzîkatiya li dijî gelê Kurd e. Li vir gava bê avêtin çareseriya pirsgirêka kurd diyar dike. Lê mixabin tevî hemû nîqaş û nerazîbûnan AKP'ê di polîtîkayên berê û polîtîkayên ewlehiyê de israr kiriye. Dawiya dawî pirsgirêka Kurd dê bi muxatabên wê re bêne çareserkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku heta dawî li gel me cih bigire û li mafê xwe xwedî derkeve. Em jî soz didin gelê xwe ku heta dawî ji bo mafê wî yê demokratîk û rewa têbikoşin û rêya xwe berdewam bikin. 
 
KCD'ê herî dawî, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û demokratîk ên neteweyî û navneteweyî û partiyên siyasî kir û xwest ji bo kêmasiyên zagona înfazê bên rastkirin û zagonek bi edalet bê amadekirin hestiyar tev bigerin û gavan bavêjin.