TAJÊ kuştina Besna Ekîncî şermezar kir

  • 12:13 17 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), kuştina Besna Ekîncî bi tundî şermezar kir û got: "Em bang li hemû jinên Êzidî yên ku li derveyî welat dijîn dikin û dibêjin li hemberî tûndiya mêrê deshilatdar xwe biparêzin. Vegerên ser axa xwe ya kevnar û li vir li hemberî  hişmediya mêrê kujer têbikoşîn."
 
Di 16'ê nîsanê de jina bi navê Besma Ekîncî ji aliyê hevjînê xwe Cemal Ekîncî ve hat kuştin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê kuştina Besnayê de daxuyaniyek da û kuştina wê bi tundî şermezar kir. 
 
Di daxuyaniya TAJÊ de wiha hat gotin: "Tevger Azadiya Jinên Êzidî dê li hemberî kuştina jinên Êzdî bê bersiv nemîne. Wê li ser axa kevnar xwe bi rêxistin bikin wê tolo neyarên jinan û jinên Êzidî ji kujerên jinan bistînin.
 
Di vê dema şewba koronayê de ku mirovahî bin karesateke mezin de ye, lê kujerên jinan dîsa li ser kar in. Bê sînordarî di nava vî şerê qirêj de jinan dikin qubana zihniyet û pergalên xwe. Em dizanîn ev qetilkirin ne encama şewba vîrûsa koronayê ye, encama pergala deshilatiya baviksalariye. 
 
Li dijî hişmendiya mêrê kujer têkoşîn hewce ye 
 
Dayika sê zarokan Besna Ekîncî ya 27 salî ku roja Çarşema Sor wekî rojeke pîroz a civaka Êzidiye û di vê rojê de Besma ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê Cemal Ekîncî (55) ve tê kuştin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em vê qetilkirinê ji bo neyarên jinan bi rûreşî şermezar dikin. Em bang li hemû jinên Êzidî yên ku li derveyî welat dijîn dikin, li hemberî tûndiya mêrê deshilat xwe biparêzin û vegerên ser axa xwe ya kevnar û pîroz, li hemberî vê hişmediya mêrê kujer têbikoşîn. 
 
Di her helê de xeteriyek mezin heye 
 
Jina bi navê Onelya Çendî di meha Adarê li bajarê Dortmûndê ew jî, ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû kuştin. Tê zanîn ev her du jin jî piştî fermana 73’an ji Şengalê koçber bûne. Besma Ekîncî ya 27 salî bêdilê xwe bi zorê bûbû hevjina duyem a Cemal Ekîncî. Ev bûyerên qirker careke din diyar dikin ku li ser civaka me yê Êzidî, xeteriyeke mezin ji her alî ve heye. 
 
Em ê li ser axa xwe têbikoşin
 
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo bûyera kuştina Besma Ekîncî pir xemgînin. Em careke din di şexsê Besma Ekîncî û Onelya Çendî de vê rûreşiya tundiya jinan û taybet li ser jinên Êzidî bi kîn û nefret şermezar dikin. Em ê weke Tevgera Azadiya Jinên Ezidî ji bo têkoşîna jinên Êzidî li ser axa kevnar û pîroz têbikoşîn."