'Li hemberî êrîşan em ê berxwedana xwe mezin bikin'

  • 11:49 17 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel a Mexmûrê bi daxuyaniyeke hevpar bangewaziyek kirin û gotin: "Hikûmeta herêmê, navendî û Netewên Yekbûyî li hemberî kiryar û êrîşên li dijî wargehê pêk tên berpirsiyarin. Em bang sazî û rêxistinên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin divê li hemberî kiryaran bêdeng nemînin."
 
Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişînin ser êrîşên li hemberî wargehê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn û endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Gurbet Îşlek daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Di dîroka cîhanê de hinek gel hene ku bi berxwedan û rûmeta xwe tên naskirin, mînaka ber bi çav jî gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ye. Ev gel di salên 1994’an de ji ber zilim û zordariya dewleta faşîst ya Tirk ku li ser wan cerdewanî û sîxurtî dihat ferzkirin li ber xwe dan. Li hember van kiryarên dewleta faşîst rabûn û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Niha jî li hemberî êrîşên faşîzane û hevkarên wan rûbirû dimînin. Lê dîsa jî ev gel li ber xwe da û dev ji rûmeta xwe bernedan. Êrîş û kiryarên dewleta faşîst li vir jî hêj berdewame.
 
Em ê berxwedana xwe mezin bikin
 
Gelek caran xwestin bi destên cuda êrîşê li ser wargehê bikin, lê ev daxwaza wan bi cih ne hat û ev êrîşên wan vala hatin derxistin. Li Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayên dagirkeriyê xistiye meriyetê. Daxwaza wan ew e ku Kurdan tune bikin û bi van kiriyaran derbê li Yekîtiya Netewî bidin. Herî dawî de êrîşên Dewleta Tirkiyeyê li ser Herêmên Medya yê û di heman demê de jî bi balafirên çek barkirî yên bê mirov êrîş birin ser her sê jinên ku bi çandinî û lawirvaniyê re mijûl dibûn. Her sê jinên ku debara malbata xwe dikirin hatin şehîd xistin. 
Êrîşên dewleta Tirk ne cara yekeme li ser gelê wargehê pêk tê. Bila baş bizanin em ê van êrîşan vala derxîn û berxwdana xwe mezin bikin.
Tevahî cîhan bi nexweşiya koronayê re ketiye lê dewleta Tirk dixweze Kurdan tune bike. Divê gelê me baş baldar bin û li hemberî van rawestin ji ber ku Erdogan li hemberî Kurdan wekî vîrûsekî ye. 
 
Berpirsiyartiya xwe pêk bînin
 
Di hêla tenduristiyê de jî êdî derman ber bi xilas bûnê ve diçin û hikûmeta herêmê rê nadin derman werin wargehê û nexweşiyên kronîk werin derman kirin. Hikûmeta herêmê, navendî û Netewên Yekbûyî li hemberê van kiryaran berpirsiyare. Divê demil dest li erk û berpirsiyatiya xwe pêk bînin. 
 
Banga me ji hemû sazî û rêxistinên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin û em xwedî wijdanin divê li hemberî vê neheqiyê li Wargehê tê kirin bê deng nemînin.”