Yonca Alemdar: Nikarin pêşî li piştevaniyê bigirin

  • 09:18 17 Nîsan 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
BARTIN - Seroka Malên Gel a Bartinê Yonca Alemdar ku ji ber pirsgirêka nebûna rûpûşan, li malê rûpûş çêkir û li bazarê li jinan belav kir, hat binçavkirin got: “Dixwazin pêşî li torên piştevaniyê bigirin. Lê ez ê çêkirina rûpûşan bidomînim. Rûpûşê jinan tune ji ber vê ez ê çêbikim.”
 
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrusê mirine hezar derbas kir û testên pozîtîf jî derketine 70 hezar derbas kir. Di vê pêvajoyê de gelek mexduriyet û kêmasiya alavên xwe parastinê tên jiyîn. Seroka Malên Gel a Bartinê Yonca Alemdar ji ber kêmasiya rûpûşan li mal axwe rûpûş çêkir û li bazara Bartin Galla li jinan belav kir. Lê ji ber vê hat binçavkirin. Yonca ku heman rojê hat berdan, ji ajansa me re axivî.
 
Yoncayê got Tirkiye pêvajoya pandemiyê nikare bi rêve bibe û got: “Li gorî min rêbaza parastinê nehatiye kirin. Bi hevkariyê ev pêvajo nayê meşandin. Bi saziyên civaka sivîl, bi şaredarî, nûnerên rêxistina tenduristiyê ya cîhanê re ev nayê kirin. Em ji bajarên mezin geşedanan dişopînin. Daxuyaniyên Walîtiyê çêdikin. Lê ev daxuyanî fikarên gel ji holê ranake. Di bin navê rojên perwerdê yên KESK’ê de daxuyanî tên. Em hewl didin ji wir agahiyan bigirin.”
 
‘Bajarokên nêzî Zonguldakê di bin karantînayê de ne’
 
Yoncayê got li Bartinê testên pozîtîf zêde nînin, yên çêbûne jî ji yên ji Stenbol û Umreyê hatine û got: “Ji ber vîrusê du kesî wefat kir. Bajaroka Hasan Kadi 15 roje di bin karantînayêde ye. Bajaroka Ulus û gundên derdorê nû xistin bin karantînayê. Taybetiya van bajarokan jî ev e ku nêzî Zonguldak û Karabukê ne. Li Zonguldakê tabloyek bi êş heye.”
 
‘Rûpûş biha bû me jî xwest em piştevaniyê bikin’
 
Yoncayê bi lêv kir ku piştî dewletê got ji ser E-Dewletê dikarin rûpûşên bê pere bixwazin şûnde pergal tê çûye û got: “Ji ber vê me xwest em rûpûşê xwe çêbikin. Rûpûş gele bihane. Ji ber vê min li malê çêkir. Piştî min rûpûş çêkir jî min şûştin. Min li bazarê li jinan belav kir. Jinan digotin rûpûş bihane û nikarin peyda bikin. Min jî li bazarê belav kir. Lê ez hatim binçavkirin. Ji bo îfadeyê ez birim. Ji bo kontolê ez birim nexweşxana pandemî. Gotin tişta tu dikî ne di cih de ye. Min jî got ez bi van rûpûşan emelyet nakim, tenê ji bo ewlehiyê min çêkiriye. Pişte ez birim edlyeyê. Şanoyek hat lîstin. Rûpûş ne dermane, nizanim ku bi çi hatim sûcdarkirin. Dixwazin pêşî li pitşevaniyê bikin. Lê ez ê çêkirina rûpûşan berdewam bikim.”