'Bi karê dirûnê hewil didim fêdeya min bigihêje mirovan'
- 09:04 17 Nîsan 2020
- Rojane
Sara Şêx Hesen
ŞEHBA - Jina bi navê Qedriyê Mistafa rojên xwe di qedexeya derketina derve de bi dirûnê tije dike û ji bo karê xwe wiha dibêje: "Ez hewil didim ku bi karê dirûnê dema xwe tije bikim. Li gorî derfetên heyî em ê xwe ji vîrûsê biparêzin. Divê gelê me ji bo parastina jiyana xwe biryaran baş pêk bînin."
Vîrûsa Korona yekem car li welatê Çînê derket û ji ber vê gelek mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo parastina ji Vîrûsa Korona Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek biryara qedexeya derketina derve ragihand û heta niha jî didome. Jina bi navê Qedriye Mistefa ya 52 salî ye û dayika 4 zarokan e li mala xwe karê dirûtinê dike. Qedriye têkîldarî karê xwe nêrina xwe bi me re parve kir.
'Li gorî derrfetên heyî em ê xwe ji vîrûsê biparêzin'
Qedriyeyê di destpêka axaftina xwe de li ser xeteriya Vîrûsa Korona axivî û wiha got: "Her ku diçe xeteriya Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav dibe û jiyana mirovahiyê di nava tehlûkê de ye. Em jî weke gelê Efrînê di kampan de tedbîrên xwe yên tenduristiyê digirin û ji malan dernakevin. Heta niha ev Şewba Korona nehatiye welatê me."
'Bi karê dirûnê hewil didim fêdeya min bigihêje mirovan'
Qedriye di dewama axaftina xwe de behsa dirûtinê kir û wiha domand: "Di vê demê de li dijî şewba vîrûsê pêwist e kes li mala xwe bê kar nemîne û karê xwe dewam bike. Ev bû 7 sal ez karê dirûtinê dikim û ez gelek bi karê xwe ve girêdayî me. Niha ji ber şewba vîrûsê karê me jî hat rawestandin, lê ez ji bo mala xwe û kesên ku tişt dixwazin tiştan didûrim. Ez niha bi karê dirûtinê re dema xwe tije dikim. Her wiha ez cil û perdeyan jî didûrim. Bi karê dirûnê hewil didim fêdeya min bigihêje mirovan."
'Ji bo parastina jiyana xwe biryaran baş pêk bînin'
Qedriye herî dawî daxwazên xwe wiha anî ziman: "Pêwist e hemû gelê me biryara Rêveberiya Xweser pêk bîne. Divê em yek dest bin da ku em xwe û civaka xwe ji vê şewba vîrûsê biparêzin. Banga min ji hemû gelê me re heye ku biryara qedexeya derketina derve pêk bînin, ji mala xwe dernekevin û her dem di aliyê paqijiyê de baldar bin. Hêviya me ew e ku ev rewş di demek nêz de bi dawî bibe."