'Parastina gelê me erka me ye'

  • 09:03 17 Nîsan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku cihê xwe di parastina kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê de digirin di derbarê parastina kampê de wiha dibêjin: "Parastina gelê me erka me ye. Em ji bo we kar dikin hûn jî ji bo me li malê bimînin. Divê gelê me biryaran baş pêk bînin."
 
Nexweşiya Vîrûsa Korona (Covîd 19) li tevahî cîhanê bûye xeteriyek mezin. Hemû mirov li dijî wê şer dike û bûye sedema qurbaniya bi hezaran welatiyan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23’yê Adarê heta 6'ê nîsanê qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatî Suriyayê ragihand. Piştî 15 rojan dema qedexekirina derve li herêman hat dirêjkirin û tê payîn ku heta 21'ê Nîsanê qedexe wê berdewam bike. Jinê Efrînê ji bo parastina gelê xwe ji Vîrûsa Korona cihê xwe di parastinê de girtin. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê yên ku cihê xwe di parastinê de girtine nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Parastina gelê me erka me ye'
 
Jina bi navê Hêvîdar Ehmed Memo ya ku cihê xwe li ser benda kontrolê a kampa Berxwedanê digire li ser parastina kampê wiha got: "Em weke jinên Efrînê ji bo parastina gelê  xwe ya ji Vîrûsa Koronayê bi şev û roj di nava tevgerê de ne. Em parastina qampê dikin nahêlin ku tu kes ji kampê derbikevin yan jî ji derve werin nava kampê. Em baş dizanin ger ev nexweşî di nava me de belav bibe kamp wê zirarek pir mezin bibîne, ji ber konê wan hemû li gel hev in. Li ser benda kontrolê ya kampê bi me re Heyva Sor a Kurdî dimîne, kesê ku têkeve nava kampê germahiya wan kontrol dikin, her wiha Şaredarî jî bi me re ne. Daxwaza me ji gel heye ku bi me re bibin alîkar. Pêwist e em li hember vê nexweşiyê baldar bin. Niha jî hemû dinya ji bo peydakirina dermanê vê şewbê ji vê nexweşiyê re her di nava lêgerînê da ne. Parastina gelê me erka me ye."
 
'Em ji bo we kar dikin hûn jî ji bo me li malê bimînin'
 
Endama Heyva Sor a Kurdî  Ronî Mihemed ya ku li gel jinên ku parastina kampê dikin dimîne wiha nêrîna xwe wiha anî ziman: "Weke Heyva Sor a Kurdî me cihê xwe li gel parastinê girtiye, da ku kampên me tu zirarê ji vê naxweşiyê nebînin.  Kesên ku dikevin û derdikevin kampê bi riya cihaza germahiyê em kontrol dikin. Vîrûsa Korona pir lez belav dibe ew jî bi xwe re xeteriyek pir mezin li ser gel dike. Ez bi hêvî me ku gel biryarên ku tên dayîn û qedexekirina derva baş pêk bînin. Em ji bo parastina gel ji Vîrûsa Koronayê kar dikin. Gel jî ji bo me bila li malê bimînin."
 
 'Em ê heta dawî bi gelê xwe re bibin alîkar'
 
Jina bi navê Fatma Mistafa li ser benda kontrolê kar dike axivî û wiha pê de çû: "Em ê ji bo  jiyana gel parastina xwe bikin. Bi taybet rewşa ku niha em tê de derbas dibin rewşeke pir hesas û xeter e, divê em tedbîrên xwe li gorî rewşê baş bigirin. Em di nava kampê de digerin her wiha gelê xwe hişyar dikin girîngiya mayîna di malê de bi taybet di dema niha de radigihînin. Em naxwazin gelê me bibin qurbaniya vê vîrûsê, ji bo wê divê em baş li biryarên Rêveberiya Xweser ya ku têne dayîn guhdar bikin, ji ber hemû  biryar ji bo parastina jiyana me ye. Em jî weke jinên ku cihê xwe di qada parastinê de digirin em ê heta dawî bi gelê xwe re bibin alîkar. Gelê me wê destek bidin me, heta ku jiyana me ya aram vegere."
 
'Divê gelê me biryaran baş pêk bînin'
 
Jina bi navê Melek Dêrsim jî li ser girîngiya paqijiyê  axivî û got: "Em di nava kampê de gelê xwe hişyar dikin ku li paqijiya xwe baldar bin. Her wiha pêwist e gelê me rojane mal û derdor kampê dezefenkte bikin. Çûn û hatina di nava kampê de gelek kêm bûye ew jî diyar dike ku bîryara Rêveberiya Xweser bi cih tê. Em jî wek gelê Efrînê ji bo vegera Efrînê li kampan de jiyana xwe dom dikin."