Jina ku testa wê pozîtîf derket kirin bin tedawiyê

  • 08:14 17 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hat zanîn ku li navçeya Hezexê jina bi navê P.İ.(55) ya ku encama testa Vîrûsa Korona pozîtîf derketiye li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirine bin karantînayê.
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê jina bi navê P.İ ya 55 salî beriya 2 rojan ji ber nexweşiya xwe çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê tedawiyê bibîne. Bi îhtîmala Vîrûsa Korona (Kovîd-19) kirine bin denetîmê. Hat zanîn ku piştî encama testên ku hatine kirin pozîtîf derketiye, ji bo P.İ. bikin bin karantînayê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
 
Hat diyarkirin ku P.İ. ji bo tedawiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de tê girtin.
 
Mal nekirin bin karantînayê
 
 Her wiha xaniyên P.İ. ku li taxa Turgut Ozal ê ya navçeya Hezexê ye, sincirandina laşê xizmên malbatê hatine pîvandin û tu encam derneketiye. Her wiha xaniyê malbata jinikê nekirine bin karantînayê.