ANYAKAY-DER nêzikatiya li hemberî cenazeyê Egît Îpek şermezar kir

  • 16:26 16 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL -  ANYAKAY-DER bertek nîşanî sepana li dijî cenazeyê Egît Îpek da û xwest berpirsiyar werin darizandin.
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER) têkildarî sepana li dijî cenazeye Egît Îpek ku hestiyên wî bi kargoyê ji dayika wî re şandin daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî li avahiya Komeleyê ya li navçeya Fatîha Stenbolê pêk hat. Hevseroka ANYAKAY-DER Sûltan Karasû daxuyanî da.
 
Sûltan, destnîşan kir ku şandina cenazeyê Egît Îpek ê bi kargoyê berdewama bêrêziya cenazeyên Taybet Înan, Haci Bîrlik, dayika Aysel Tûglûk e û wiha got: “Ev feraseta îşkenceyê ye. Ev yek di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Ev êrişek hovane ye. Em dixwazin derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn were destpêkirin û werin darizandin. Em vê sepana hovane şermezar dikin. Ev hiqûq û rêbaz li tu devera cîhanê û di tu pirtûkan de nîne.”