Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em bi hev re bi hêz in

  • 14:49 16 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, geşedanên demên dawiyê nirxand û got: "Îktîdar pêvajoya vîrûsa koronayê wekî firsendek dît û qanûna înfazê li meclîsê da qebûlkirin. Parlamenterên ku qanûn erê kirin di kuştin û şîdeta li hemberî jinê de berpirsin. Em bang li jinan dikin û dibêjin hûn ne bi tenê ne û em bi hev re bi hêz in."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên demên dawiyê nirxand. 
 
Ayşe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa li hemberî Mexmûrê û got: "Demek dirêjê li hemberî Mexmûrê ambargoyek heye û herî dawiyê duh di encama êrîşêkî de 3 jin hatin qetilkirin. Di rojên koronayê de jî dijminatiya li hemberî Kurdan dom dike."
 
'Xwe bi tenê hîs nekin...'
 
Ayşe, diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê di wan rojan her ku diçê zêdetir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di van rojên koronayê de jin bi şîdetê re rûbirû dimîne û keda ku li malê dide nayê dîtin. Demek dirêjê ku em dibêjin divê li dijî şîdeta li hemberî jinê divê tedbîr bên girtin. Lê mixabin îktîdar di van rojan de tu tedbîr negirt û her roj jinek hat qetilkirin. Duh jinek li navçeya Findikliya Rîzeyê bi hovane wekî rêbazê DAÎŞ'ê hat qetilkirin. Di vê pêvajoyê de 30 jinan jiyana xwe ji dest da. Di pêvajoya pandemîn de ji sedî 38 şîdeta li hemberî jinê zêde bû. Her wiha gelek bûyer jî di qeydên fermî de cih negirt. Her wiha mekanîzmayên ku divê jin biparêzin nayên pratîzekirin. Wekî Qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku êdî jinan nagirin stargehê. li Edeneyê 3 stargehên jinan hatin girtin. Qanûna 6284'an êdî nayê pratîzekirin. Jinên ku serî li qereqolan didin bê encam dimînin. Em li hemberî şîdet û kuştina jinan tu carî bêdeng nebûn. Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê xebatên xwe bidomînin. Em bang li jinan dikin û dibêjin xwe bi tenê hisnekin. Em bi hev re bi hêz in."
 
'Pêşeroja jin û zarokan ket xetereyê' 
 
Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna înfazê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hikûmet pêvajoya koronayê wekî firsend dît û qanûna efuyê anî parlamentoyê. Piştî ku qanûn hat erê kirin bi hezaran jin xwe gihandin me û tirs û fikarên xwe anîn ziman. Bi hezaran jin bi rêya medyaya civakê banga 'Ewlehiya me di xeterê de ye' dikin. Tifaqa AKP- MHP, bi vê qanûnê pêşeroja bi hezaran jin û zarokan xist dibin xetere ye. Parlamenterên ku qanûn erê kirin hevkarên wan sûca ne û berpirsin. Her wiha niha li girtîgehan 74 girtiyên jin ên nexweş ên rewşa wan giran hene. Bi qanûnê girtiyên nexweş terkî mirinê kirin."
 
'Divê ji bo ewlehiya jinan tedbîr bên girtin'
 
Ayşe, destnîşan kir ku heke banga li malê bimînin tên kirin divê bingeha vê jî amade bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Xebatê ya Malbatê, ji bo ewlehiya jinê biparêze divê dest bi tedbîr girtinê bike. Her wiha jin herî zêde bi şîdeta aboriyê re rûbirû dimîne û yên ku herî zêde xizan dibe jî jin e. Divê ji bo sererastkirina aboriya jinê plansaziyek bê amadekirin. Di qada tenduristiyê de ji ber ku bi zimanê zikmakî xizmet nayê dayîn gelek jin pirsgirêkan dijîn, divê ev pirsgrêk ji holê bê rakirin. Ji bo stargehên jinan divê gavên şênber bên avêtin."
 
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya bi navê "Xwişk û Bira" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Partiya me vê kampanyayê bi rêvedibe. Em bi her awayî dê bi jinan re di nava piştevaniyê de bin. Em jin dê bi hev rê li dijî polîtikayên dijminatiyê têbikoşin."