Doza Leyla Aydemîr: Dê parêzer serîlêdana sûc bike

  • 14:01 16 Nîsan 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Li Gundê Bezirganê yê Agiriyê di 15'ê Hezîrana 2018'an de Leyla Aydemir a 4 salî winda bûbû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Parêzer Erdogan Tunç ê li doza qetilkirina Leyla dişopîne anî ziman ku ew ê ji ber lêpirsîn bi rêk û pêk nameşe serîlêdana sûc bike. 
 
Li Gundê Bezirganê yê Agiriyê di 15'ê Hezîrana 2018'an de Leyla Aydemir a 4 salî winda bûbû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Parêzer Erdogan Tunç ê li doza qetilkirina Leyla dişopîne anî ziman ku ew ê ji ber lêpirsîn bi rêk û pêk nameşe serîlêdana sûc bike. Erdogan diyar kir ku ev du sal in bersiv ji bo daxwaznameya wan şandine nayê dayin. 
 
'Gelek carî ji bo lêgerîna Leyla me daxwaz kir'
 
Erdogan wiha got:"Me gelek carî diyar kir ku di lêpirsîna derbarê Leyla de kêmasî heye û divê lêpirsîn di çarçoveyeke berfireh de bê kirin. Lê ev daxwaza me ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin. "
 
'Daxwazên me hatin redkirin'
 
Erdogan li ser hesabê xwe yê twitirê ev yek parve kir:"Ji bo raya giştî bangakek girîng. Me derbarê lêpîrsîna Leyla Aydemir de daxwaz kir ku bê berfirehkirin lê daxwazên me hatin redkirin."