'Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet em ê têkoşîna xwe dewam bikin'
- 13:44 16 Nîsan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Dewleta tirk Wargeha Mexmûrê topbaran kir, di encamê van êrîşan de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye
“Bi navê Kongreya Star em sersaxiyê ji gelê xwe yê wargeha Mexmûrê bi taybet malbatên şehîdan re yên ku di encama topbarana dewleta tirk de jiyanan xwe ji dest dane, dixwazin.
Tevî ku tevahî cîhan bi xeteriya Vîrûsa Koronayê re ketiye nava tevgerê, dewleta tirk a dagirker bi kiryarên xwe yên hovana êrîşê herêmên me yên aram dike. Dewleta tirk hemû mîsaqên navdewletî yên rawestandina şeran, binpê dike û herêma Kurdistanê topbaran dike. Ev jî dibe sedema ku mirov bikeve nava gûman û metirsiyan de. Di demeke ku dengên ji bo rawestandina operesyonên leşkerî û avakirina yekîtiyekê li hember Vîrûsa Koronayê, tê kirin, dewleta tirk êrîşên xwe didomînin. Şerê dewleta tirk li hember vîna gelan ranaweste. Banga me ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, ku bi erkê xwe yê exlaqî rabe û ambargoya ku ev nêzî 9 meh in li ser Mexmûrê hatiye ferzkirin, rake. Em di wê baweriyê de ne ku êrîşên hovana yên bi vî rengî, ew ê nikaribin vîna gelê Mexmûrê taybet jinan bişkîne, berovajî wê israra berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dewam bike. Dîsa em sersaxiyê ji hemû Gelê Kurdistanê û Mexmûrê re dixwazin. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”