Operasyona leşkerî ya li Licê bi dawî bû: 4 kes hîn di bin çavan de ne

  • 13:03 16 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Operasyona leşkerî ya li Licê bi dawî bû lê 4 kes hîn di bin çavan de ne.
 
Di 15'ê Nîsanê de leşker li gundên Xirabê, Spêni, Çemê Elika, Şelê yên navbera Lîce û Hênê di 14'ê Nîsanê de derketin operasyonê. Eskeran di operasyonê de bi ser gelek gundan de girt û 4 welatî binçav kirin. Di operasyonê de endamê HPG’ê Hebun Kardaş jiyana xwe ji dest da. Eskeran di operasyonê de welatî Ferhat Onkol, Tuba, Dilan û Bager Oyunlu binçav kirin. 4 welatiyên hatin binçavkirin birin Qereqola Eskeran a Licê. Operasyona eskerî piştî 2 rojan bi dawî bû. 
 
Wezareta Karên Hundir têkildarî operasyona 14'ê Nîsanê ji bo Ferhat Onkol got “Du terorîst bê tesîr bûn". Derket holê ku Ferhat Onkol xizmê Ceylan Onkol e.