'Dewleta tirk bi êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê aramiya gelan hedef digire'

  • 12:52 16 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser deverên kurdan û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: ”Dewleta tirk her tim deverên kurdan hedef digire. Gelê Kurd rastiya van êrîş û pilanên qirêj baş nas kiriye. Pilanên dewleta tirk wê negihêjin armancên xwe. Berxwedaniya gel li pêş e.”
 
Kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li hember vîna gelan didomin. Dewleta tirk herêmên ku taybet kurd lê dijîn her roj topbaran dike. Dewleta tirk duh Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) bi balafiran topbaran kir û di encamê êrîşan de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê jinên Efrînê li hember van êrîşan helweta xwe nîşan dan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. 
 
‘Pilanên dagirkeriyê wê negihêjin armnaca xwe’
 
Jina bi navê Zehrîban Hisên êrîşên dewleta tirk  şermezar kir û wiha got: “ Êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê em şermezar dikin.  Êdî Gelê Kurd rastiya van êrîşên qirêj nas kiriye. Ev çend rojin balafirên dewleta tirk ser Wargeha Mexmûrê digeriyan, heya ku duh armanca xwe pêk anî û sivîl topbaran kirin. Di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan ev yek dide diyarkirin ku dewleta tirk vîna jinan hedef digire. Lê gelê me her li hember êrîşên dewleta tirk li ber xwe daye. Pilanên dagirkeriya tirkiyeyê wê negihêjin armancên xwe.”   
 
 ‘Dewleta tirk dixwaze deverên kurdan li başûr jî dagir bike ’
 
Jina bi navê Orîvan Menen li hember êrîşên dewleta tirk helwesta xwe nîşan da û ev yek got: “Gelê me her bi topbarana dewleta tirk rû bi rû  maye. Ev di navbera çend salan de gelek herêmên me dagir kirin û niha jî dixwaze dest bavêjê herêmên başûr jî û deverên kurdan dagir bike. Gelê me wê li hember van êrîşan bê deng nemînin, em ê li ber xwe bdidin.” 
 
‘Dewleta tirk aramiya gelan hedef digire’
 
Jina bi navê Salîhe Mihemed têkildarî êrîşên dewleta tirk wiha got: ”Ev nêzî neh mehin Wargeha Mexmûrê hatiye dorpêçkirin. Di demeke ku cîhan li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe dide de dewleta tirk aramiya gelan hedef digire. Divê rê li ber van êrîşan bên girtin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên Wargeha Mexmûrê re dixwazin. ”