TAJÊ êrîşên li ser Mexmûrê şermezar kir

  • 12:41 16 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniya ku da şermezar kir. 
 
Do dewleta tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama bomberanê de sê jînan jiyana xwe ji dest dan û hinek kes jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê hat şermezarkirin û hat gotin em bi gelê Mexmûrê ne. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
"Mexmûr cihekî bexwedanê ye. Gelê Mexmûrê ji warekî zuha jiyanek ava kir. Gelê Mexmûrê bi salane ji ber zordariya dewleta tirk koçber bûye, lê hê dewleta faşîst dagirkeriya xwe li ser wî gelî dide meşandin. Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê ambargo li ser Mexmûrê daniye.Tevî ambargoyê bombeyan li ser gelê Mexmûrê dibarînin. Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze îradeya gelê Mexmûrê bişkîne. Ji ber ku dixwazin îradeya Gelê Kurd bê çewisandin êrîşî Şengalê jî hatibû kirin. Em weke Tevgera Jinên Ezidî dibêjin ku divê demildest hesab ji kesên ku hevkariya dagirkeriya dewleta tirk dikin bê pirsîn. Bi alîkariya PDK'ê dewleta faşîst a tirk bi her cureyî êrîşî gelê Mexmûrê dike. Ev wekî TAJÊ êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê bi zimanekî tund şermezar dikin. Bila dewleta tirk a faşîst baş bizanibe ku ew ê gelê Mexmûrê tu carî serî netewîne. Bila herkes bizanibe ku ew ê gelê Mexmûrê ji bo azadiya xwe heta dawiyê li berxwe bide."