Kongreya Star a Efrînê êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir

  • 12:08 16 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞEHBA- Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê li wargeha Berxwedan a Şehabyê şermezar kir.
 
Duh dewleta tirk carek din êrîşî wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir û di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan û birîndar çêbûn. Rêxistina Kogreya Star a herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk û kiryarên wê bi daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a Şehbayê şermezar kir. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser û sazî û endamên Rêxistina Kongreya Star amade bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Em li ser navê Kongreya Star a herêma Efrînê êrîş û topabaranên dewleta tirk a faşist ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar dikin. Di wargehê de bi hezaran şêniyên sivîl lê dijîn û di encamê van êrîşan de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn. Zêdetirî 25 sal gel bi dara zorê ji cih û warên xwe koçber bûn û li wargeha Mexmûrê bi cih bûne. Her wiha zêdetirî 9 mehan jî ji aliyê hikumeta KDP’ê ve hatî dorpêçkirin. Ruxmî kêm derfetan û pêdîviyên jiyanî jî dîsa karîbûn xwe ji Vîrûsa Korana biparêzin, lê dewleta tirk biryarên Desteya Tendirustî ya Cîhanî û biryara şer sekinandin ya (NY) bin pê dike û êrîşên xwe li wargeha Mexmûr, Kantona Şehbayê û Rojhilatê Firatê didomîne, ev yek jî ji siyaseta dagirkeriya ya hegomanîk tê ji ber ku encama wê ya yekem qirkirina hebûna Gelê Kurd e. 
 
Di dema hewildanên kurdan ên ji bo pêkanîna Yekîtiya Netewî û di eynî bîranîna komkujiya Enfel de, dewleta tirk êrîş dike. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin û banga me ji saziyên Mafê Mirovan, Netewa Yekbûyîn û Rêxistinên Tendirustî ya Cîhanî heye ku bêdengiya xwe bi dawî bikin, û zextekê li ser dewleta tirk bikin bi taybet di vê rewşa Cîhan û mirovahî tê re derbas dibe û rê li pêşiya kiryarên dijmirovî bigirin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bimre faşîzîm" bi dawî bû.