Li Cizîrê avahiyek 5 qatî kirin bin karantînayê

  • 10:00 16 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Kuçeya Nûr a Cizîrê piştî ku testa Vîrusa Koronayê ya welatiyekî 65 salî pozîtîf derket şûnde  avahiyek 5 qatî kirin bin karantînayê.
 
Welatiyê bi navê Halit Sansak ê 65 salî ji ber sincirandina laşê wî û bêhaliyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî ku testa wî ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derket şûnde avahiyek 5 qatî kirin bin karantînayê.
 
Hat diyarkirin ku ekîba bi panzêr li ber avahiyê disekinin.