Qeyser Zeydan jiyana xwe ji dest da

  • 09:52 16 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Dayika parlamenterê HDP'ê yê serdema berê yê girtî Abdullah Zeydan, Qeyser Zeydan jiyana xwe ji dest da.  
 
Dayika Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye Qeyser Zeydan a 80 salî, duh jiyana xwe ji dest da. Dayika Abdullah a nexweşiyên wê yên kronîk hebûn, demek dirêj bû li Enqereyê dihat dermankirin. Malbatê cenazeyê dayika Abdullah a ku çû ser dilovaniya xwe, ji ber şewba vîrûsa koronayê nekarîn bibin navçeya Gever a Colemêrgê, li goristaneke Mamak a Enqereyê defin kirin.
 
Qeyserê, wisa dizanibû ku kurê wê Abdullah Zeydan ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtiye, li derveyî welat dimîne. Qeyserê ya ku agahiya wê ji girtina kurê wê tune bû, tenê di hevdîtina telefonê ya heftane de bi kurê xwe re diaxivî. Qeyserê kurê xwe nedît û jiyana xwe ji dest da.