Kampanyaya HDP’ê li Mêrdînê pêşve diçe

  • 09:31 16 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji ber tehîda vîrusa korona (Covîd-19), ji bo malbatên li malên xwe dimînin kampanyaya ‘malbatên xuşk û bira’ hatibû destpêkirin û didome. Li Mêrdînê jî di vê mijarê de xebat bê navber didomin û heta niha 2 hezar û 500 malbat hatin tespîtkirin û ji bo 200 malbatî jî, malbatên xuşk û bira hatin dîtin.
 
Kampanayaya ‘Malbatên xuşk û bira’ ya HDP’ê bi armanca piştgiriya welatiyên ji ber vîrusê li malên xwe dimînin, dabû destpêkirin didome. Li Mêrdînê ji bo kampanyayê li navçeyan komîsyon hat avakirin û di çarçoveya kampanyayê de heta niha 2 hezar 500 malbat hatin testpîtkirin û ji bo 200 malbatî jî malbatên xuşk û bira hatin dîtin. HDP’a Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya berdewam dike de bang kir ku piştevanî bê mezinkirin.
 
200 malbat hatin dîtin
 
Hat hînbûn ku heta niha 2 hezar û 500 malbatên xwedî hewcedarî hatine tespîtkirin û di çarçoveya kampanyayê de li navçeyan komîsyon hatiye avakirin. Ji bo malbatên rewşa wan ya aborî ne başe alîkariya malbatên xuşk û bira û koliyan hat kirin û li rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan heta niha 200 malbatên xuşk û bira hatin dîtin. Ligel vê xebatkarên partiyê tevî tehdîda vîrusê xebatên xwe bê navber didomînin.
 
‘Em bi rihê piştevaniyê ji bo kampanyayê dibin piştgir’
 
Ji Rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Munevver Ulker ji bo kampanyaya didome bang kir û wiha got: “Wer in em bi hev re destên xwe bidin hev û ji van malbatan re bibin alîkar. Wer in em bihev re bikevin piştevaniyê. Em torên piştevaniyê bi hev re bihûnin. Bi rihê piştevaniyê em ligel malbatên xwe bin. Me heta niha xwe gîhand 2 hezar malbatî. Di vî warî de xebatên me didomin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Hun jî ji bo piştevaniya bi gelê xwe re, piştgiriya xwe bidin kampanyayê.”