Berrîn Sonmez: Bi qanûna înfazê re jinan bi celadên wan re tînin rû hev

  • 09:17 16 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE- Parêzvana mafên mirovan Berrîn Sonmez diyar kir ku bi qanûna înfazê re wê jinan bi celadên wan re bînin rû hev û got: “Ev qanûn bêguman wê ji bo jin û zarokan bibe sedema bedelên giran. Di rojên koronayê de, ji xwe re derfet afirandin.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona tablo her diçe giran dibe. Di nava tedbîrên li dijî vîrusê de rewşa girtîgehan bû û AKP û MHP’ê pakêteke darazê ya 70 xalî amade kirin û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Di nav kesên tên berdan de kujerên jinan, gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine tên berdan û li dijî vê bertek her diçin mezin dibin.
 
‘Derfeta, ku gumanbar karên xwe temam bikin, hat dayîn’
 
Femînîst, parêzvana mafên mirovan û nivîskar Berrîn Sonmez, diyar kir ku di qanûna înfazê de desthilatdarî ji destpêkê de derewan dike û got metoda ku gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine, dişînin girtîgehên vekirî, ketiye dewrê. Berrînê ev tişt daxuyand: “Cebîr, tehdîd, birîndakirina sivik, şîdeta li ser jinê, ji ber di wekheviya zayendî de nayê dîtin, şîdeta li gorî zayendê nayê nasîn wê gumanbar jî bi rehetî derkevin derve. Tişta herî bi xof jî; di vê pêvajoya ku her kes li malê ne, tahliyekirina gumanbaran wê şîdeta li ser jinê zêdetir bike. Wek rojnamegerek Tunîsî gotiye; jinan wê bi celadên wan re bînin rû hev. Parlamentera CHP’ê Gamze Taşçier jî li Meclîsê gotibû; Wê karên xwe yên nîvco mane temam bikin. Ev qanûn wê di civakê de rê li ber birînên giran vebike.”
 
‘Muxalîf bi hatana berdan wê girtîgeh vala bibûna’
 
Berrînê destnîşan kir ku salek zêdeye qanûna înfazê tê axaftin û ev pêşnûme MHP’ê avêtiye holê û got: “Kêmkirina rêjeya tijebûna girtîgehan hewcedarî bû. Lê dikaribû ev bi derxistina 51 hezar kesî pêk bihata. Dikaribû kesên şîdeta serdestiya mêr kirine, ji derveyê vê bihata girtin. Dikaribû muxalîf, kesên pîşeya xwe îcra dikin, parêzvanên maf bihatana berdan. Ger riya vê vekirîbûna wê gelek kes ji girtîgehan derketibana.”
 
‘Divê girtîgehên zarokan bihata rakirin’
 
Berrînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Li vî welatî divê têgeha girtîgeha zarokan nemîne. Divê têgeha zarokên sûcdar bên rakirin, li derve bê perwerdekirin. Divê pêşî li bandorên ku zarokan berbi sûc ve dibin, bê girtin. Divê alîkariyên civakî bên kirin.”