'Kesên temenmezin dîrok û stûna mal û civakê ne, wan û xwe biparêzin'

  • 09:06 16 Nîsan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî
 
HESEKÊ- Dayikên navçeya Til Temirê xeteriya Vîrûsa Korona nirxandin. Dayikan gotin: "Em ê dîrok û çand a gelan ku di şexsê me de pêş ketiye, biparêzin û ji malê xwe dernekevin."
 
Vîrûsa Korona ku li cîhanê konê xwe vedaye, zêdetirî 103 hezar mirov kuşt û roj bi roj xeteriya wê zêdetir dibe. Li gorî ku tê xuyakirin Vîrûsa Korona bêtir dibe sedema kesên temenmezin. Têkildarê vê mijarê jî dayikên navçeya Til Temirê ku li malê xwe dimînin, girîngiya mayîna gel a li malên xwe anîn ziman.
 
'Korona vîrûseke ne xwezayî ye' 
 
Tirkiya Teyo got ku ew ji biryarên Rêveberiya Xweser a qedexeya derketinê razî ne û wiha dom kir: "Pêwîst e her kes li mala xwe bimîne û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin. Gel pêk tine, lê ne li gorî ku tê xwestin, pêwîstî heye ku her kes vê mijarê cidî bigire dest û li gorî wê tev bigere. Vîrûs bi zanebûn hatiye derxistin, ji ber ger vîrûseke normal ba îro bi hezaran giyan nedistand."
 
'Bi vîrûsê dîroka gelan qir dikin' 
 
Tirkiyayê got ku dewlet dixwazin dîroka gelan di rêya kuştina kesên temenmezin de qir bikin û wiha pê de çû: "Em ji jiyanê hez dikin, naxwazin bimirin û zarokên xwe winda bikin. Dewlet dixwaze dîroka gelan di rêya kuştina kesên temenmezin de qir bike û vê yekê jî pêk tîne. Dixwazin civakeke bê çand û dîrok bihêlin. Dewletên ku ev vîrûs derxistine heqaretekê hember civakê didin meşandin."
 
'Em ê dîrok û çanda gelan ku di şexsê me de pêş ketiye, biparêzin'
 
Tirkiyayê bal kişand ser êrîş û qirkirina ji aliyê dagirkeran ên ser gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha got: "Xwestin bi gelek rê û rêbazan dîroka gelê herêmê bidin guhertin û gelê herêmê qir bikin, lê bi berxwedanê, ev yek pêk nehat û li dijî dagirkeriyê berxwedanê dewam kir. Îro jî em ê li hember vîrûsê li ber xwe bidin û rê nedin wan ku dîrok û çanda gelan ku di şexsê me de pêş ketiye, tune bikin."
 
'Kesên mezin stûna mal û civakê ne, wan û xwe biparêzin' 
 
Fehîme Ebdil Rehman jî wiha got: "Kesên mezin stûna mal û civakê ne. Hebûna kesên temenmezin di malê de hêz û baweriyê dide avakirin. Mirin taybet li welatên Ewropayê çêdibin, ev jî tê wate ye ku dixwazin xwe ji kesên temenmezin xilas bikin, ji ber ku hemî pêdivî û xwedîkirina wan li ser wan e. Em ê li hember Vîrusa Korona jî xwe biparêzin."