'Bi hinceta em kurd in zarokên me kuştin û milkên me talan kirin'

  • 09:04 16 Nîsan 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên gundê Nêrebiyê ya Kantona Şehbayê yên ku zilm û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê dîtine axivîn û gotin: "Bi derketina çeteyên DAIŞ'ê rojên me reş bûn. Em nikarîbû bi azadî bijîn. Zarokên me qetil dikirin û êşkence dikirin."
 
Kantona Şehbayê yek ji herêmên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî dagirkirin û bûye şahidê kiryarên wan yên hov û dijmirovî. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê Şehba dagir kiribûn, adetên li dijî mirovahiyê li ser gel ferz dikirin. Her wiha kiryarên xwe yên wek qetilkirin, êşkencekirin û revandin didan meşandin. Têkildarî vê mijarê jinên Şehbayê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Mêrên gund dixistin zîndanê, êşkence dikirin û dikuştin'
 
Jina bi navê Eliye Ebas Muslim a ji gundê Nêrebiyê ya Şehbayê ye û hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin axivî û wiha got: "Berî ku DAIŞ têkeve gundê me, em di aramî û ewlehiyê de dijiyan. Em di nîvê şevê de vedigeriyan malê xwe û tu kes nedibû asteng li hember me. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê gundê me talan kir bi vê re rojên reş hatin. DAIŞ mêrên me digirtin dixistin zîndanê, êşkence dikirin û dikuştin, her cilên reş li ser jinan ferz dikirin û nedihiştin em ji deriyê malê xwe derkevin. Ji ber vê yekê me ev jiyan tehemûl nekir û ji gundê xwe koçber bûn. Piştî Şehba hat rizgarkirin em vegeriyan malê xwe û careke din em bi aramî jiyan."
 
'Bi hinceta em kurd in zarokên me kuştin û milkên me talan kirin'
 
Dayika bi navê Fîdan Abdullah a ji gundê Nêrebiyê ya Şehbayê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û wiha pê de çû: "Dema çeteyên DAIŞ'ê ket gundê me zarokên min bi hinceta em kurd in birin û qetil kirin. Mal û milkên zarokên min jî talan kirin û tiştek ji me re nehiştin û em ji gund derxistin. DAIŞ'ê hişt em di metirsînek mezin de bijîn. Mêr dibirin, tenê jin di mal de dihiştin û bi êvarî êrîşî me dikirin. Malê min çeteyên DAIŞ'ê şewitandin dîsa bi hinceta em kurd in, lê em ê her kurd bin. Piştî ku DAIŞ ji gundê me hat derxistin, em vegerîn gundê xwe."