Rûken Erguneş: Bila tesîsan veguherînin stargehan

  • 09:02 16 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş anî ziman ku ew hem ji aliyê şewba koronayê hem jî ji aliyê zêdebûna şîdeta li ser jinê.
 
Di çarçoveya tevdîrên ji bo şewba koronayê li cihînê hemû kesî xwe hişt malê. Her wiha tê zanîn ku hundirê mal ji bo şîdet, tundî û gefa li ser jinê cihek xeter e. Derbarê van mijaran de Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Ruken Erguneş nirxandin kir û bang kir ku dewlet hin tesîsên xwe ji bo jinan veguherînin stargehan.
 
' Herî zêde jin û zarok dixeterê de ne'
 
Rukenê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku şewba koronayê ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) wekî pandemî tê binavkirin û wiha got: “Li tirkiyeyê jî roj bi roj hêjmara kesên ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Em jî wek Komeleya Jinê ya Rosayê ji 13’ê Adarê de xebatên xwe di mal de didomînin. Li hemû cîhanê tê zanîn ku di destpêka pêvajoya karantinayê de herî zêde jin û zarok bi şîdet û gefa tundiyê re rûbirû ma ne û her wiha jin tên qetilkirin. Ji ber van sedeman me jî  pêşniyazên çareseriyên bi civakê re parve kirin.”
 
'Vê pêvajoyê jî bandora neyînî li ser destkeftiyên jinan kir'
 
Rukenê anî ziman ku fikareyên wan ên hem ji aliyê têkoşîna li dij koronayê hem jî zêdebûna şîdeta li ser jinê hîn zêdetir bûne û wiha berdewam kir: “ Van rewşên ku em niha tînin ziman divê di sere pêvajoyê de li ser wan rawestiyana û li gorî vê bergirî bihata girtin. Lê mixabin vê pêvajoya pandemiyê jî li ser destkeftiyên jinan bandora neyînî kir. Pergala kapîtalîzmê ketiye tirsa parastina sermaye û deskeftiyên xwe. Ji ber vê yekê van berjewendiyên xwe xistiye pêşiya tenduristiya civakê û mafê jiyanê. Mal; cihê şîdet, gefû qetilkirina ku her roj jin pê re rûbirû dimînin û xwe dubare dike ye.”
 
'Bila tesîsan veguherînin stargehan'
 
Rukenê destnîşan kir ku qeyûm tayînî hemû saziyên  jin diparastin kirin û wiha bilêv kir: “ Ev sazî yek bi yek bi  yek hatin girtin. Jixwe pêvojaya ku em niha tê de ne, van saziyan têrê nedikir. Li gel ku Her roj em qetîlkirina jinan dibihîzin li cihê bergîriyan bigirin saziyên heyî betal dikin û bi wî awayî ji kuştina jinan re rê vedikin.  Ji roja ku me ji hikûmete re got hin tesîsan veguherînin stargehan û heta niha ji 20  zêdetir jin hatin qetîlkirin. Em dizanin  ku li Amedê ji aliye rêveberiya xwecihî  ve sê saziyên ji bo jinan hene. Ji wan yekan Mala Jinan a Kardelen ya girêdayî Şaredariya Rezanê bû ku berî pêvajoya pandemiyê bi sedemên cûr bi cûr hat betalkirin. Îro jinên ku jiyana wan di bin gefê de ye nikarin ji wan saziyan sûdê bigirin. Her wiha malên penahiyên ku giredayî dewletê ne kapasîteya wan hemû tijî ne. Divê di serî de Mala Jinan a Kardelen hemû sazî û stargehên jinan bên vekirin.  bi demildest pêşi jî Mala Jinan a Kardelen a Şaredariya Rezan hemû saziyên jinan bê vekirin. Her wiha divê tesîsên giredayî dewletê jî veguherînin stargehan. Ger ku vê pêk naynin dibin şirîkê qetilkirina jinan.”
 
'Derûnasên dikdar bi jinan re bi rêya onlînê dikevin têkiliyê'
 
Rukenê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wek Komeleya Jinê ya Rosa li ser hesabên xwe yên medyaya civakî têkiliya xwe bi jinan re berdewam dikin û got: “ di vê pêvajoyê de herî zêde pêwîstiya me bi derûnnasan heye. Ji ber vê yekê psikologên dilxwaz bi jinên ku rastî şîdetê hatine re bi rêya onlînê bi awayê dildar dikevin têkiliyê. Her wiha vê pêvajoya karantînayê  zarok û ciwanan jî bi bandor bûn. Lewra ji her qadê derûnînas piştevaniya me dikin. Ji bo têkçûna zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna me bi her awayî li her derê didomîne."