‘Em pêşnumeyên jiyana me bixin xetereyê erê nakin’

  • 09:01 16 Nîsan 2020
  • Rojane
 Rengîn Azîzoğlu - Medya Uren
 
AMED - Endama Pişetevaniya Mor Cemîle Baklaci li ser pêşnumeya ji bo girtîgehan hatiye erêkirin axivî û wiha got: “Gelek kesên sucên cuda ên weke destdirêjî, tecawuz, qetilkirin û tundî kirine bi têkoşînek mezin re ketine hundir. Azadkirina van sucdaran ji bo jinan gefeke mezin e.”
 
Bi belavbûna şewba Korono (COVÎD-19) re yek ji cihên herî zêde ketin bin xeteriyê girtîgeh in. Ji beir ewlehiya ku  nehat girtin û li gelek girtîgehan vîrus belav bûye. Lê li gel van neyîniyan pêşnûmeqanûna ji 70 xalan pêktê ku girtiyên sîyasî tê de cih negirtin li meclîsê hat erêkirin. Di encama erêkirina vê pêşnûmeqanûnê de gelek kesên ku ji sûcen tecawiz, tryakfiroşî û êrîşa zayendî k di girtîgehê de bûn wê werin berdan. Berdana van sûcdaran di serî de jiyana jin û zarokan a tevahiya civakê dike xeterê. Bertekên li dijî serbestberdana van kesan her ku diçe zêde dibin. Endama  Piştevaniya  Mor Cemîle Baklaci li ser van pêşnûmeqanûna hat erêkirin nirxandin kir.
‘Serbestberdana sûcdaran ji bo jinan gefek mezin e’
 
Cemîle bal kişand li ser  pêşnumeqanûna ku di meclise re hat derbaskirin  û got di vê qanûnê de xaleke ku tundiya li ser jinan asteng bike û jiyana jinan bigire bin ewlehiyê  tüne ye.  Cemîle wiha axaftina xwe da berdewam kirin: “Em dibînin ku rêxitinên jinan li Tirkiyê û hemû cîhanê bi hêz bûne. Ji ber wê yekê di pêvajoyên qeyranan de îqtidar di serî de êrîşî jinan dike. Em dizanin demek dirêje Peymana Stenbolê a ku ji aliyê hikumetê ve weke ‘peymana bandora neyînî li ser malbatê dike’ hatiye lansekirin  tê niqaşkirin. Lê ev hevpeyman temînata jiyana jinan e.  Hikûmeta ku hemû qeyranan ji bo xwe vediguherîne fersendê di dema belvbûna  şewba koronoyê de jî êrişê mafê jinan dike. Di vê pêvajoyê de em naxwazin pêşnûmeyek ku jiyana kesekî bixe xetereyê were derxistin.”
 
‘Girtiyên siyasî bi şewbê re rûbirû hiştin’
 
  Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya ji ber şewbê ku girtî pê re rûbirû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji bo girtîgehan ewlehiyên li hemberî  vîrusê divê were girtin. Ev daxwaza me. Lê di pêşnûmeqanûna ku li meclise hat erêkirin de cih ji girtiyên siyasî re nehat dayîn û bi xeteriya koronayê re rûbirû hatin hiştin.  Gelek kesên ji  sucên cuda ên weke destdirêjî, tecawuz, qetilkirin û tundiyê dihatin darizandin bi têkoşînek mezin re ketine hundir. Serbestberdana van sucdaran ji bo jinan gefeke mezin e. Li şuna li hemberî tundiyê ewlehiyan zêde bikin di pêkanîna van qanunênn xwe de israr dikin. Pêşnûmeqanûnên ku jiyana jinan dikin xeterê em erê nakin.”
 
‘Jin bi piştevaniyê dikarin bi ser kevin’
 
Cemîle da zanîn ku bi şewba koronoyê re tundiya li ser jinê zêde bûye û got li  hemberî vê divê qanûna 6284 an bêyî kêmasî were pêkanîn.  Cemîle got kêmasiyekî di vî alî de wê bibe sedema qetilkirina gelek jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewra beriya şewba vîrusê ji em bi hişmendiya deshilatdar re li hember hev bûn. Me dît ku bi pandemiyê re ev tundiya di hundirê mal de zêde bûye.  Ji ber wê yekê  divê em hêza xwe mezintir bikin. Rexmî hemû qeyranan em ê li hmberî tundiyê bê deng nemînin. Em ê dîsa tora xwe ya yekitiyê bi hêz bikin. Li mal, li cihê kar, nexweşxane, kolan û her cihî emê piştevaniya xuşkan biparêzin. Azadî ji xwe xeta me bû em ê îro ji ji bo azadiya xwe li qada dîjîtal mil bidin hev.  Pirsgirêkên me bi qeyranan nayên nixumandin.  Ji ber wê yekê divê em li her qadê xwe rêxistin bikin. Jin bi piştevaniyê dikarin bi ser bikevin.”