Jinên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 20:18 15 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Di encama êrîşa li hemberî Mexmûrê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan û ji bo 3 jinan merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn axivî û got: "Tevahî mirovahî li hemberê vîrûsê di nava têkoşînê de ye, lê dewleta Tirk û hevkarên wê jî hewl didin ku Kurdan îmha bikin."
 
Balafirên Keşfê yên bi çek (SÎHA) ên Tirkiyeyê saet nêzî 13:10’'an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombe kir. Di êrîşê de şivanên ku li tenişta Mexmûrê pezên xwe diçêrînin kirin hedef. Di êrîşê de 2 jin dema ji bêriyê dihatin li cihê bûyerê û jinek din jî giran birîndar gihandin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 roj in tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê hebûn. 
 
Navên jinên ku jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin. Di êrîşê de Eyşê Ehmed Ferhan, Ezîme Akdogan û Hewa Akdogan jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên wargehê bi merasîmek 3 cenazeyên xwe definkirin. Di merasimê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn axivî. 
 
Nuran, di merasîmê de diyar kir ku kir ku tevahî mirovahî li hemberê şewba koronayê di nava têkoşînê de ye, lê dewleta Tirk û hevkarên wê jî di nava hewildana  îmha û tunekirina gelê Kurd de ne. Nuran, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevahî lêhûrbûyîn û armancê wan li ser tunekirina Gelê Kurd e pêwîste her kes vê yekê baş bizane. Îro sê jinên wê wargehê ji bo debara xwe bi rêvebibin di derdorê wargehê de lawîrên xwe biçêrînin bûn hedefên balafirên arteşa tirk û şehîd ketin."
 
'Armanc tunekirina tevahiya Kurdan e'
 
Nûran, da zanîn ku ev êrîş tenê ne planên dewlate tirk e û wiha got: "Ger ku îro hikûmeta herêmî, hikûmeta navendî û netewên yekbûyî li hemberê vê yekê bêdeng bin û temaşevanbin wê ev êrîşane bidomin û wê tevahî wargehê tune bikin. Em ev nêzîkatî û bêdengiya wan şermezar dikin. Em baş dizanin ku armanc tunekirina tevahî Kurdan e, ev êriş ji bo her çar perçe têkirin."
 
Nuran, di dawiyê de wiha got: "Pêwîstiya me heye em yekitiya xwe leztir avabikin. Li ser vê bingehê em her sê jinên ciwan ên şehîd ketine bibîrtînin û ji malbatê wan re jî sersaxiyê dixwazin.” 
 
Merasîma her sê jinan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” dawî bû.