Lijneya Pêwendiyên Derve ya Iraqê êrîşa li Mexmûrê şermezar kir

  • 19:36 15 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Pêwendiyên Derve ya Iraqê, êrîş û bomberdûmanên dewleta Tirk şermezar kir, bang li hikûmeta Iraq û Herêmê kir ku li dijî êrîşan xwedî rol bin. 
 
Dewleta Tirk îro, herêma Zînî Wertê ya girêdayî parêzgeha HewlêrÊ bi balafirên şer bombebaran kir. Piştî çend saet şûnde derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat bombebarankirin. Têkildarî van êrîşan Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Iraqê Şêrko Mîrweys daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin. “Îro êvarî hejmarek qadên Herêma Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin bombekirin. Em careke din van êrîşên leşkerî yên bi vî rengî şermezar dikin. Daxwazê ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo peydakirina çareseriya aştiyane û destwerdanên bi vî awayî careke din dubare nebin, xwedî rol bin.”