Şengaliyan îro Cejna Çarşema Serê Salê ya Nîsanê pîroz kirin

  • 13:33 15 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Şengaliyan îro Cejna Çarşema Serê Salê ya Nîsanê pîroz kirin. 
 
Şengaliyan îro Cejna Çarşema Serê Salê ya Nîsanê pîroz kirin. Ji ber Vîrusa Koronayê Şengaliyan îsal li malên xwe Cejna Çarşema Serê Salê ya Nîsanê pîroz kirin. 
 
Zarokên bi navê Medya Sedî û Aryen Mervan ku di mala xwe da cejna xwe pîroz dikin ji ajansa mera hestên xwe anî ser ziman.
 
Medya di despêkê de wiha dibêje: “ Ez cejna hemû Êzidîyan pîroz dikim. Di serî de ez li dayik û bavê xwe û hemû hevalên xwe pîroz dikim. Ev cejin gelek xweş e. Ev cejin cejna yeka ye. Îsal jî ev cejin xweş e lê sala borî xweştir bû. Em niha di malên xwe de pîroz dikin. Par şahî hebû hîn xweştir bû. Em di vê cejnê de hêka dikelînin, hêka dineqşînin, gulê nîsanê ( gula sor) bi deriyan dadiliqînin. Bi hêkan dilizîn. Daxwaza min ew e ku hemû zarokên Êzidxanê hemû kefxweş bin. Ev cejin hemû salan xweştir bibe.”
 
Zaroka bi navê Aryen Mervan kefxweşiya xwe wiha bi lêv kir: “ Îro cejn e. Ez cejna hemû Êzıdîyan û zarokan pîroz dikim. Ev hêka min e. Ez pê dilîyzim. Em zarok hemû kom dibin diçin cejnê malan pîroz dikin.”