Li Farqînê 8 xebatkarên tenduristiyê bi Vîrusa Koronayê ketin
- 12:29 15 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Testa Vîrusa Koronayê ya 8 xebatkarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitin pozîtîf derket.
8 xebatkarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitin bi Vîrusa Koronayê ketin. Testên 8 xebatkarên tenduristiyê do bi şev pozîtîf derket.
Hat hînbûn ku heta niha 26 xebatkarên tenduristiyê bi Vîrusa Koronayê ketine û xebatkarên tenduristiyê yên li beşa lezgîn tedawiyê dibînin jî rewşa wan giran e.