HDP’ê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir

  • 11:50 15 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê peyamek weşand û cejna civaka Êzidiyan pîroz kir.
 
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatimogullari, bi peyamekê Cejna Çarsema Sor a civaka Êzidî pîroz kir. 
 
Tulay, di peyama xwe de qala çîrok û wateya cejnê kir û wiha got: “Di bîra civaka Êzidî de meha nîsanê weke bûka hemû mehan tê hesibandin. Çarşema Sor, miziginiya bihar û jiyanake nû ye û weke serkeftina hezkirin, xweşî û başiyê tê pîrozkirin.”
 
Di berdewama peyama de xwe Tulay, destnîşan kir ku partiya wan miziginiya bihar û jiyanake nû a Çarşema Sor pîroz dike û wiha got: “Em daxwaz dikin ku vîrûsa koronayê ku hemû cîhan li dijî wê têdikoşe bi tenduristiyê bi dawî bibe û bibe wesîleya azadiya jin û zarokên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de û têkçûna selefiyên dijminê mirovahiyê.” 
 
Tulay, di dawiya peyama xwe de xwest ku civaka Êzidî li dijî fermanên ku li ser wî tê ferzkirin rawest e û ev tişt got: “Hevî dikin ku di serî de civaka Êzidî hemû gel di nav azadî, wekhevî û aştiyê de bijîn. Bi van hestan em cejna civaka qedîm Êzidî pîroz dikin.”